Destûra meşa 1’ê Gulanê hat dayîn
- aborî-ked
- 10:44 29/4/2018
Walîtiya Edeneyê destûr da meşa Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê ya berê qedexe kiribû.
Walîtiya Edeneyê destûr da meşa Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê ya berê qedexe kiribû.
Di 16 salên serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar û 500 karker mirin. Di serdema îktîdara AKP'ê de kanên komirê yên li Zonguldak, Soma, Ermenek, Şîrvan, Şirnak û dehan kanên din ên komirê ji bo karkeran bûn goristan. Dîsa betalî zêde bû û keda karkeran erzan bû.
Karkeran hemû kes dawetî qadên 1’ê Gulanê kirin û gotin: “Desthilatdariyê bi KHK’an artêşek betalan ava kir. Em ê mîna artêşa betalan li qadan bin.”
Li Edeneyê di 4 mehên dawî de 2 karkerên sûriyeyî mirin û yên mayî jî di şert û mercên ne ewle de tên xebitandin.
Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Geverê Îrfan Sari anî ziman ku piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeyê hat îlankirin, li navçeyê rewşa aboriyê bi krîza heyî re bi temamî rûxiyaye û rêjeya betaliyê bûye ji sedî 70’ê.
Parlamenterên HDP’ê, berî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê belavok li gel belav kirin û gel dawetî mîtîngê kirin.
Li Êlihê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê xebatên rêxistinên kedê dewam dikin. Nûnerên sendîkayên li Êlihê hemû kesî vexwendin mitîngê û gotin: “Werin em di govenda demokrasiyê de hev bibînin.”
Mahîr Kiliç ku ji bo vegere ser karê xwe 168 rojin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku eger bi sandalyeyê be jî ew ê tev li 1’ê Gulanê bibe û mafên karkeran bîne ziman.
Li Wan û Edeneyê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bangewaziyên beşdariya mitîngan hatin kirin.
Sendîkayê girêdayî KESK’ê yên Wanê diyar kirin ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo kedkaran hilbijartina ji hikumetê hesab pirsînê ye û li dijî tifaqa AKP û MHP’ê çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin.
Li Edeneyê, karkerê ji Sûriyeyê Hammed Habbesî yê dibin asansora depoya çerezan a xelata wê qetiya de ma, jiyana xwe ji dest da.
Li Colemêrg û navçeyên wê 3 salin qedexeyên ku dewam dikin, careke din jî dema wan hat dirêjkirin. Serokê Komeleya Xwezayê ya Cîlo Trekîngê Fîkret Yaşar bertek nîşanî qedexeyan da û anî ziman ku di zagona xwezayê de qedexe tune ye û 3 salin cotkarî, turîzm û sporên xwezayê darbeyeke mezin dixwin.
Her ku krîza aborê zêde dibe, bûhayê amûran jî zêde dibe. Esnafên bazarê, diyar kirin ku ew nikarin berhemên xwe bifiroşiin û gotin: “Êdî tehma kar nemaye.”
Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Şîrîn Gorbuz, diyar kir ku li Amedê amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê li ber qedandinê ne. Gorbuz, destnîşan kir ku artêşa betalan a ji kesên bi awayekî derhiqûqî û bi KHK’yan hatin îxrcakirin berê xwe bidin Qada 5’ê Hezîranê.
Piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan biryara hilbijartina zordest da, li Amedê bi awayekî rastgele kîsên komirê ên li qamyonan tên barkirin li ber deriyan tên dayîn.