Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
- aborî-ked
- 17:47 01/5/2018
Li dehan navendan ên Tirkiyeyê karker û kedkar daketin qadan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kirin û dirûşmeya “Bijî Yekê Gulanê” ji qadan bilind bû.
Li dehan navendan ên Tirkiyeyê karker û kedkar daketin qadan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kirin û dirûşmeya “Bijî Yekê Gulanê” ji qadan bilind bû.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê de axivî û diyar kir ku di hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de çareserî bi HDP’ê pêkan e û ev hişyarî kir: “Ya hûnê bi HDP’ê re siyasetê bikin an jî hûnê birizin û biçin.”
Li Dîlok, Semsûr, Êlih, Dersım, Riha û Meletiyê bi hezaran karker û kedkar li qadên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, bi dirûşmeya “Hûn nikarin vîna me têk bibin” pîroz kirin.
Turk-Îş, 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, bi armanca piştgiriyê bidin operasyona TSK û OSO ya li dijî gelê Efrînê pêk anî li Hatayê mîtîng pêk anî.
Komek xwest ji Beşîktaşê derkevin Qada Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin, rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan 20 kes binçav kirin.
Qada Taksimê ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li karkeran hat qedexekirin, ji bo Hak -Îş û Sendikayê Xizmetkarên Saglikê serbest e.
Çîna karker û kedaran û rêxistinên ked û pîşeyî dê 75 Navendan kom bibin û 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz bike. KESK, DÎSK, TTB û TMMOB dê li Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere û Edene jî mîtîngên girseyî pêk bîne.
Turîzmvanên Bodrûmê ku di bin şert û şirûtên Rewşa Awarte de dest bi serdema nû kirin, diyar kirin ku rezervasyonên tune ne û îsal jî tu hêviya wan tune ye. Otelvan Huseyîn Ozturk got: "Piştî şerê Efrînê û krîza hilbijartinê rezervasyon hatin betalkirin."
Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Stenbolê aşkere kir ku dê girseya 1’ê Gulanê encamên hilbijartinê jî bi bandor bike û banga beşdariya mitîngê kir.
Bernameyên bajaran ên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê diyar bûn. Bi sedhezaran kedkar dê sibe dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ser ziman.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê, bi armanca tevlîbûna mîtînga 1’ê Gulanê belavok belav kirin.
Hêzên ked û demokrasiyê yên Dîlokê dê 1’ê Gulanê li Parka Kirkayak a navçeya Şahînbey pîroz bikin.
Li gorî daeneyên TUÎK’ê di meha adarê de bazirganiya derve ji sedî 28.8 zêde bû û derket 5 milyar û 855 milyon dolarî.
Agit Geyîk ê tevinkariya berikan ji bavê xwe fêr bû, ji zaroktiya xwe ve secadeyan çêdike. Geyîk, diyar kir ku ew kesek sosyalîste û got: “Ez êlekê xwe yê das û çakûç tu carî ji ser xwe naxim. Li vê derê patron tuneye û hemû kes li gorî hilberandina xwe qezenc dike.”
Dikandar û serfkarên difikirin ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, bawer dikin ku divê êdî hikûmet bê guhertin. Pazarvan Halît Ceylan, bal kişand ser zamên li ser hev hatin û got: “Kesên dibêjin krîz tuneye, pareyê wan hene.”