Mexdûrên KHK'ê dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin
- aborî-ked
- 09:07 29/4/2019
Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin.
Endamên Platforma Mexdûrên KHK'ê yên Edeneyê gotin dê li qada 1'ê Gulanê edaletê qîr bikin û banga "yekîtiya bi hev re" bikin.
Cîgirê Hevserokatiya HDP'a Stenbolê Cengîz Ûzûner ku şahidê Komkujiya 1'ê Gulana 1977'an e got: "Wê banga me ya îsal ev be 'Leyla çîn e, çîn tê tecrîdkirin.' Sembola me laçika spî ye. Em bang li hemû mirov, demokrat, welatparêz, karker, jin û ciwanan dikin û dibêjin kitana xwe ya spî girêde û were."
Wê li Şirnexê piştî 4 salan 1'ê Gulanê Cejna Karkeran bê pîrozkirin. Wê 1'ê Gulanê li Cizîrê bê pîrozkirin. Berdevkê KESK'ê û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê Mûzaffer Yildirim, got: "Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re ji bo aştiyê biqîrin."
Endamên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ên li Wanê, dê 1’ê Gulanê Roja Cejana Karkeran li Parka Mûsa Anter pîroz bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang li gel kir.
Esnafên Wanê diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên îktîdarê ne û got: "Bi wî pereyê ku didin tanq û topan, wê aboriya welat baş bibe. Ev krîz wê bi aştiyê çareser bibe."
Li Wanê bi hatina biharê re kesên dixwazin pîvazan deynin, tuxim bi destê wan nakeve. Par kîloya tuximê pîvazan bi 2,5 lîreyan bû, îsal bûye 25 lîre.
Ji ber krîza aborî rewşa bazara dîrokî ya Sîpahiyê ne tu rewş e. Esnafê bazarê Necdet Şansal, diyar kir ku ji ber turîst nayên rewşa karê wan jî nebaş e. Şansal, anî ziman ku rewşa turîzmê jî bi gavên demokratîk pêkan e.
Komîteya Amadekar a Mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê starta mitîngê da û dan xuyakirin ku ew ê li dijî binpêkirina mafên sendîkayî, polîtîkayên şer û zext, dê bi daxwaza ked, aştî, azadî û demokrasiyê li Meydana Îstasyonê bin.
Ji bo ku 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê li Qada Taksîmê bê pîrozkirin, serlêdan hat kirin, lê Walitiya Stenbolê serlêdan red kir.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Edeneyê bi dirûşmeya "Kar, ked, azadî û edalet" her kesî vexwand qadên 1'ê Gulanê.
Endamê Komîsyona Kedê yê HDP’a Stenbolê Yaşar Yilmaz Altûnbîlek, diyar kir ku ewê bi daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de û li dijî krîza aborî dê beşdarî 1’ê Gulanê bibin û got: “Emê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî yên 7 hezar zarokên wan ên di greva birçîbûnê dene re, ji bo bêjin ‘Hewar, êdî bese’ li qadan kom bibin.”
Saziya Îstatîstikan a Tirkiye (TUÎK), rapora çile ya 2019'an a betaliyê bi raya giştî re parve kir. TUÎK'ê diyar kir ku di çileya 2019'an de betalî ji sedî 14.7 zêde bûye. Betaliya li dijî çandiniyê ji sedî 16.8 zêde bûye. Li gorî daneyên TUÎK'ê di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûne.
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, destnîşan kir ku sedam krîza aborî ji ber polîtîkayên AKP'ê pêk hatiye û bi vê îktîdarê ne mimkun e ku Tirkiye ji krîzê xelas bibe, berkesê wê her biçe wê krîz kûrtir bibe.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê û Serokê Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê Memîş Sari, diyar kir ku dest bi amadekariyên cejna karker û kedkaran kirine û ew ê ji bo azadî û demokrasiyê dakevin qadan.
Serokêr Şaxa SES’ê yê Edenê Mûzaffer Yuksel, diyar kir ku kedarên xizmeta tenduristî û civakî dikin, bi mûçeyên digirin, nikarin debara xwe bikin. Yuksel, da zanîn ku ew mûçeyekê ku mirov pê debara xwe bikin, dixwazin û li polîtîkayên mûçeyek rast bên birêve birin.