STENBOL - Hejmara 2’yemîn a “Bultena Mafê Hêviyê” ya OHD’ê hate weşandin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) hejmara 2’yemîn a “Bultena Mafê Hêviyê” ku têkildarî “mafê hêviyê” amade dike, weşand.
Di naveroka bûltenê de axaftinên di panelên OHD’ê yên têkildarî “Mafê hêviyê” hatine lidarxistin û sererastkirinên yasayî yên têkildarî “mafê hêviyê” cih girtin.
Di berga bultenê de wiha hate gotin: “Bêguman mafê hêviyê ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mijareke diyarker e. Birêz Ocalan ku ev pêvajo bi awayekî fermî da destpêkirin, ava kir û pratîze kir, 27 sal in di îzolasyoneke mezin de ye. Şert û mercên wî yên niha ne li gorî biryarên DMME’yê ne ne jî li gorî pêvajoya bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin e. Ji ber rola dîrokî ya li xwe girtî, divê tavilê azad bibe. Di vê çarçoveyê de azadiya birêz Ocalan, xebata di mercên azad de dê bibe deriyê li pêkvejiyanê û demokrasiyê vedibe.”