• img

    Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin

    Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku Walîtiya Erdexanê, bi qedexeya zozanan gelê Îdirê tecrîd dike û wiha got: "Li vir tenê debara gel sewalkarî ye. Bi vê qedexeyê sewalkarî tune dibe. Bi qedexeya zozanan ne tenê mirovan sewalan jî tecrid dikin."

  • img

    Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir

    Rençberên Kobanê piştî şitilên di bin serayan de çandin mezin bûn, dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kir. Rençberên Kobanê li bendê ye ku mehek din dest bi komkirina berhemên baxçeyan bikin.

  • img

    TUSÎAD: Divê berê pergala hiqûq û edaletê rast bibe

    TUSÎAD, têkildarî krîza aboriya ya her diçe kûr dibe, berberiya di nava civakê de û betalkirina hilbijartina Stenbolê, bi awayekî aşkere hikûmet rexne kir û got: "Derbaskirina vê krîzê girêdayî rastkirina pergala edalet û hiqûqê ye."

  • img

    Di salekê de milyon û 376 hezar kesên din bê kar man

    Li gorî daneyên TUÎK’ê, di meha Sibatê de li gorî daneyên heman dema sala borî, hejmara bêkaran bi qasî milyon û 37 hezar kesî zêde bûye û derketiye 4 milyon û 73 hezar kesî. Li gorî vê yekê rêjeya bêkariyê jî bûye ji sedî 14.7’an.

  • img

    Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin

    Ligel ku 15 meh di ser gotina Serokkomar Erdogan a “Dê qedexeyên zozanan rabin” re derbas bûn jî, hîna bi sadan zozan qedexe ne. Gundiyên ji Colemêrgê yên necar man ku ji ber qedexeyên zozanan, sewalên xwe bifiroşin, xwestin êdî zozan azad bin.

  • img

    Esnafên bazarê: Fiyetên zebze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev

    Esnafên bazarê diyar kirin ku meha di meha Remezanê de jî kar tune ye û got: "Fiyetên zbze û fêkiyan û fiyetên zêran ketine ber hev."

  • img

    Hacay Yılmaz: Pîneyê vê pergalê bi komkujiya Soma vebû

    Nûnera Dev Maden-Sen a Herêma Egeyê Hacay Yilmaz, diyar kir ku sedema serbestberdana berpirsê Komkujiya Soma Can Gurkan kêmasiyên muxalefetê ye û wiha got: “Doza Soma carek din nîşanî me da ku têkoşîna karkeran a bi edalet dikare bi ser bikeve."

  • img

    Kes ji rewşa heyî nerazî ye: Heqê me ye, çimkî me deng da AKP'ê

    Li navçeya Yakûtiye, hem esnafên bazarê û hem jî welatiyên tên bazarê ji rewşa aborî nerazî ne. Welatî Bunyamîn Gulluce got: "Ev heqê min e. Çimkî min jî denegê xwe da AKP." Welatî Ebûbekîr Kiran jî got: "Hingî we ew parast halê me ev e."

  • img

    Li Şirnexê hezan: Karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê di kaneke komirê de hezanê rû da û karkerekî jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

  • img

    Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye

    Parêzerê Karesata Somayê Selçûk Kozagaçli, diyar kir ku diviya berpirsiyar ji ber "qesda muhtemel" bihatana cezakirin lê belê ji dêvla vê bi "îhamalkariyê" hatine darizandin û ji ber vê Can Gurkan hatiye berdan. Kozagaçli, destnîşan kir ku ew ê tevî malbatan heta dawiyê bitêkoşin.

  • img

    Aborinas Sonmez: Ev bendav wê hilweşe

    Aborînas Mustafa Sonmez, bandora betalkirina hilbijartina Stenbolê ya li ser aboriya Tirkiye nerxand û wiha got: “Ji vê saetê û şûnde dibe abori ji kontrolê derkeve. Her çend faîzê zêde bikin û zêdebûna Dolar kontrol bikin jî li vê bendavê av nabe gol. Wê ev bendav hilweşe."

  • img

    'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'

    Li Wanê, welatiyên li bazaran çav li etîketên li ser fêkî û zebze dikevin bêyî ku tiştekî bikirin berê xwe didin malê. Li Bazara Semtî ya Bostanîçî esnafan got: "Êdî ti bereketa Remezanê jî nemaye."

  • img

    Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome

    Li navçeya Soke ya Aydinê ji ber endamên sendîkayê bûn 81 karker ji SÎBAŞ Gidayê hatibûn avêtin. 130 roj in karker li ber xwe didin û danişîna doza wan a ji bo vegera ser kar wê di 28'ê Gulanê de pêk bê.

  • img

    Dolar gihişt 6.0 TL.

    Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê Dolar bi 5,58 TL rûpela xwe girt. Dolar piştî hilbijartina 31'ê Adarê di 1'ê Nîsana 2019'an de bi destpêka hefteyê Dolar li piyasê bi 5,70 TL hat firotin. 36 roj di ser hilbijartinê re derbas bû, dolar gihişt 6.0 TL.

  • img

    Remezan hat, lê...

    Esnafan bi hatina meha Remzanê, berhemên ji bo vê mehê li ser dezgehan bi cih kirin. Ji van berên ku herî zêde di Remazanê de tên xwarin tihîn û dims in. Lê ji ber fiyetên wan bihane kes nikare bikire.

LÊGERÎN