Esnafên Wanê: Heta aştî çênebe wê krîz hebe
- aborî-ked
- 09:09 13/6/2019
Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye.
Esnafan anî ziman ku sedema sereke ya krîza aborî pirsgirêka kurd û polîtîkayên hikûmetê ne û tekane rêya xelasiyê aştî ye.
Nûnerên BAMÎS û DEV-TEKSTÎL'ê der barê mirina 4 karkerên ku li Çayirovayê jiyana xwe ji dest dan de axivîn û gotin: "Em ji Somayê dizanin. Patron û rêveberên bi awayekî aşkere girtiyan ber bi mirinê ve dişînin tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin."
Endamê Hewldana Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê Mûstafa Guven, bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan axivî. Guven, bilêv kir ku di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane û got, heta krîza aborî hebe wê zarokên karker jiyana xwe ji dest bidin.
Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin.
Li Fabrîqeya Tekstîlê ya Akpinar a Kocaeliyê di 7'ê Hezîranê de şewat derket û 4 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku ev ne şewat e ev komkujî ye. Gergerlîoglu, anî ziman ku patronê fabrîqeyê AKP'î ye û ji ber vê yekê venêrtin nehatiye kirin.
Serokê Komeleya Dexl û Dan a Qoserê Mehmet Şerîf Oter, bal kişand ser zor û zehmetiyên li ber îxrackirina arvan û got, ji bo li herêmê îstihdam çêbibe divê qedexebûyîn bi dawî bibe.
Gulendem Sari û Fatma Sevîm ku di vê germahiya havînê de li ser sêlê nan çêdikin û pê debara xwe dikin, anîn ziman ku ji ber krîza aborî karê wan jî ne wek berê ye.
Bi hatina demsala havînê re li Amedê cinîna nîsk û ceh dest pê kir. Bîçer û patoz ketine nav erdan hem diçine û hem jî li nava zeviyê dikin ka. Cotkar ji ber berhem erzan û lêçûn zêde ye, bi gazinc in û diyar kirin ku kar û xesara wan hevdû dernaxe.
Îsal TMO beyî vîn û pêşniyarên rençberan li ber çavan bigire buhayekî kêm li genim birî. Ji ber hem bereketa genim kêm e û hem jî TMO buhayê kêm li genim birî, rençberên ku çandiniya genim kirine nikarin deynê mazot û gubre bidin.
Cotkarên ji ber krîza aborî demek dijwar derbas dikin diyar kirin ku ji ber şiliya îsal rêjeya xêr û bera îsal ji sedî 50 daketiye û gotin: “Her kes ji bankayan re deyndar e. Em ji aliyekî ve deyn didin ji aliyekî ve deyndar dibin.”
Li Çayirovaya Kocaeliyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî şewata fabrîkayê ya 5 karkeran jiyana xwe ji dest da xwediyê kar û kesê avahiyê daye kirê hatin binçavkirin.
Ji ber krîza aborî welatî ji bazar û çarşiyan bêyî tûrikên xwe tije bikin vedigerin malê. Esnafên Bazara Semtî ya Jina ya Jiyanê ya Amedê, diyar kirin ku ji ber nebûna kar gelek bazarvanên deyndar bûne dezgehên xwe girtine.
Serokê Şaxa ZMO ya AMedê Samet Ûcaman, bilêv kir ku wê "Projeya Yekîtiya Netewî ya Çandiniyê" ji çareseriyê wêdetir rê li ber pirsgirêkên nû vebike û got: "Bi vê projeyê berjewendiyên cemaweriyê dewrî şîrketan tê kirin."
Wê Meclîsa ÎSÎG'ê di di nêz de li Amedê bê avakirin. Mahfûz Karaaslan ku dê di meclîsê de cih bigire, diyar kir ku li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê karkeran tune ye û bûyerên cinayetên karî tenê bi pirsgirêka çîna karkeran nayê ravekirin.
Muteahît Mehmet Zakîr Boran, diyar kir ku li Edeneyê ji sedî 80 sektora înşeatê sekiniye û got: "Daîre vala ne, kes nakire, karker betal in, pere tune ye."