STENBOL - Meclisa Ciwanan a HDP'ê, li dijî tiryak û fihûşê hevdîtin gel pêk anî.     
	Meclisa Ciwanan a HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Em tiryakê bişikînin û jiyana nû ava bikin" de li navçeya Beylikdüzü ya Stenbolê ya tenbolê li navendeke dan û standinê hevdîtina gel pêk anî. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bernamê dest pê kir. Destpêkê sînevîzyoneke ku polîtîkaya şerê taybet a ser cîwanan vedigot hat nîşandan. 
	Di bernameyê de ji cîwanên HDP'î Lîvan Orman axivî û bal kişand ser polîtîkayên tiryak û fihûşê yên dewletê yên li dijî ciwanan û banga dijî tiryakê kir. 
	Piştî Orman welatî jî axivîn û gotin ku piştgiriya kampanya hatiye destpêkirin dikin. 
	Hevdîtin bi gerandina govendê bi dawî bû. 



