ÎZMÎR - Welatiyên Îzmîrê destnîşan kirin ku pêdivî bi aştiyê heye û divê dewlet êdî gav biavêje. Welatiyan, got ku divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
	Tevgera Azadiyê ya Kurd, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ragihand ku ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê bê destpêkirin dê hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekşînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. 
	Piştî her gavên dîrokî ku hatine avêtin bala raya giştî çû ser gavên ku hewceye dewlet û desthilat biavêje, lê dewletê hêj jî tu gav neavêtiye. Welatiyên ku piştgirî didin pêvajoyê û dixwazin ev pêvajo veguhere “aştiyê”, dixwazin dewlet gavan biavêje.   
	Welatiyên Îzmîrê ku ji ajansa me re axivîn, bertekên xwe yên li dijî gavneavêtina dewletê anîn ziman. Welatiyê bi navê Osman Yildirim, diyar kir ku sozên dewletê tenê di gotinê de maye û got berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. 
	Yildirim, rave kir ku dewlet mecbûrê pêvajoyê ye û ev tişt got: “Dê Amerîka bike? Ew ji bo berjewendiyên me tiştekî nake. Ewropa jî nake. Berjewendiya her kesî heye. Bêguman haya Ocalan ji vê biryara vekşînê heye. Ne bêyî wî dibe û ne jî tenê bi wî dibe. Ji bo Kurdan ev pêvajo firsendeke mezin e. Ger Kurd bidin dû Rêberê xwe dê bi serkevin. Di projeya cîhanê ya nû de gelê Kurd jî dê ji xwe re sînorekî xêz bike. Li Rohilatê Navîn bêyî Kurdan ev pêvajo bi sernakeve.”
	‘PÊDIVIYA WELAT BI AŞTIYÊ HEYE’  
	Nufûsa Ataçê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê gaveke din avêtiye û dewletê miqabilê vê tu gav neavêtiye û got: “Heta ku dewlet têgeha ‘serokê terorê’ bikar bîne dê aştiyê neyê vî welatî. Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Divê komîsyon biçe Îmraliyê. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Bahçelî, Rêbertî vexwende Meclisê, lêbelê hêj tecrîd didome. Em ne Kurdên berê ne. Êdî hûn nikarin me bixapînin. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Divê Rêbertî, Demîrtaş û girtiyên nexweş bên berdan. Ji aliyekî ve dibêjin ‘aştî’ ji aliyê din ve jî me digirin. Rojava bomberan dikin. Baweriya me bi van tune.”
	‘BILA BERÊ LI SER MASÊ RÛNIN’ 
	Mehmet Saît Acar, diyar kir ku hemû hêvî bi gavên ji bo pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye, divê ev xwîn bê rawestandin û ev tişt got: “Em aştiyê dixwazin; lê kes xwe nêzî vê yekê nake. Ger pêvajo hebe em ê bextewar bibin. Lê niha em ne bextewar in. Hêj pêvajo nîn e. Çend kes di girtîgehan de ne? Ên di girtîgehan de dimirin. 30 sal di girtîgehan de tên ragirtin. Penceşêrî dibin. Nayên tehliyekirin. Aştiyek wiha çawa dibe? PKK’ê xwe fesix kir. Lê Tirkiye li me guhdar nake. Bila berê bi Apo re li ser masê rûnin. A duyemîn jî di girtîgehan de çiqas siyasetmedar hene bila berdin. Ev tenê wiha çareser dibe. Bi awayeke din çareser nabe.”
	‘EM LI BENDA GAVAVÊTINÊ NE’
	Yûsûf Tekîn, diyar kir ku di pêvajoyê de bi gel re naşêwirin û tevdigerin û di pêvajoya aştiyê de operasyonên siyasî şaş in. 
	Welatiyê ku nexwest navê xwe parve biker, destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan azad be û ji bo serketina pêvajoyê divê desthilat gav biavêje û divê serdana Abdullah Ocalan bike û wiha pê de çû: “Divê tu jî ez jî serdanê bikin. Îro çawa kesên dikevin girtîgehê ziyareta wan tê kirin divê ziyareta wî jî bikin. Em benda gavavêtina Serokkomar in.”
								


