'Enqere yek ji berpirsyarên vî şerî ye, tavilê bidin sekinandin’
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Enqere yek ji berpirsyarên êrişa li dijî taxên Kurdan ên Helebê ye û gotin: “Vî şerî tavilê bidin sekinandin.”
Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina êrişên ser Helebê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina êrişê ser Kurdên li Helebê, ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
‘Jinên li Helebê hatine qetilkirin sedema têkoşîna me ne’
Jinên Amedê bertek nîşanî êrişên li ser Kurdên Helebê dan û di banga li jinên sosyalîst û femînîst de gotin: “Qêrîna jinên li Helebê hatine qetilkirin, sedema têkoşîna me ye. Li dijî vî şerê qirêj ê li ser laşê jinan û li dijî serdestiya paşverû, em edaletê biqîrin.”
Koordînasyona Jinan: Divê her kesên li Helebê sûc kirine hesabê bidin
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser diyar kir ku li Helebê komkujiyeke ji hêla Tirkiye û nêzên navneteweyî ve hatiye plankirin pêk hatiye û xwest ku her kesên li wir sûc kirine hesabê bidin.
Dayikên Aştiyê dê ji bo Helebê biçin Enqereyê
Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê.
Hejmara 150’an a kovara Jinê derket
Kovara Jinê di hejmara 150’an de bi manşeta “Polîtîkayên şerê taybet: Dagirkirina mejî û çandê” derket.
Jin: Şêxmeqsûd Amed e, em jî Şêxmeqsûd in
Jinan destnîşan kirin ku êrişên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê jiyana hevbeş hedef digirin û diyar kirin ku ew ê li kolanan li hember êrişan li ber xwe bidin.
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
Fîdan Dogan a ku li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe li Elbistanê hat bibîranîn. Gulistan Kiliç Koçyîgît di bîranînê de got: "Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê kemîn û sabotajek li dijî aştiyê bû."
Leyla Şaylemez li ser gora xwe hat bibîranîn
Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê ku di bîranînê de axivî, bal kişand ser hevkariya bêdeng a di navbera Tirkiye û Fransayê de û got ku bidawîanîna polîtîkayên bêcezatiyê û rûbirûbûn ji bo aştiyeke bi rûmet girîng in.
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li gelek bajaran bîranîn hatin lidarxistin. Di bîranînan de hat gotin ku îro jinên li Rojavayê bi hêza ku ji wan girtine têdikoşin.
KCDP: Di sala 2025’an de 294 jin hatin qetilkirin
KCDP’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê mêr aşkera kir û got ku di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin qetilkirin û herî kêm 297 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Li Colemêrgê jineke ciwan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina ciwan a bi navê A.K., li Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
'Gava yekem a civaka demokratîk komunên jinan û kooperatîf in'
Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Dîdem Yilmazê diyar kir ku komun û kooperatîfên jinan gava yekem a avakirina civakeke demokratîk in û banga hevgirtinê li hemû jinan kir ku li dora komun û kooperatîfan kom bibin.
'Sakîne rêbera me, serhildan bi xwe bû'
Dogan Çelîk, şahidê serdemeke girîng ê berxwedana Sakîne Cansizê, got: "Sakîne rêbera me bû, ew serhildan bi xwe bû."
TJA: Li dijî êrişên ser şoreşa jinê em banga xwedîderketinê dikin
TJA’yê li dijî êrişên ser Helebê ev bang kir: “em bang li her kesê ku baweriya xwe bi têkoşîn û berxwedana jinan tîne û ji bo wê li ber xwe dide ku li dijî êrişên rejîma Şamê bêdeng nemînin, helwesteke xurt bigirin û piştgiriyê bidin şoreşa jinan.”