Xizmên windayan: Divê gavên wêrektir bên avêtin
Xizmên windayan: Divê gavên wêrektir bên avêtin

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ku li aqûbeta kesên ku di binçavan de hatin windakirin pirsin, bal kişandin ser çerçeve yasaya ku hat meclisê û gotin ku divê gavên wêrektir bên avêtin.

Xwestin girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan
Xwestin girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan

Li İzmir û Stenbolê îşaret bi rewşa girtiyên nexweş Hayrettîn Adak, Hamdûllah Aydemîr û Kendal Barût hat kirin û banga serbestberdana wan hat kirin.

TUAY-DER: Em ê bi Serok Apo re bi ser bikevin
TUAY-DER: Em ê bi Serok Apo re bi ser bikevin

TUAY-DER a Amedê kongreya xwe ya Asayî ya 5'emîn li dar xist. Beşdarên kongreyê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: “Bi baweriya Serok Apo, em ê di vê rêyê de bimeşin û em ê bi ser kevin.”

Dayikên Şemiyê: Bila komîsyona heqîqetê were avakirin
Dayikên Şemiyê: Bila komîsyona heqîqetê were avakirin

Dayikên Şemiyê di hefteya 1115emîn de li aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku 45 sal berê hatibû binçavkirin û piştre hatibû kuştin, pirsîn û wiha gotin: “Çîroka Suleyman mekanîzmaya bêcezahiştinê nîşan dide. Bêyî heqîqetê aştiya mayinde pêk nayê.”

Denîz Firat li ser gora hat bibîranîn
Denîz Firat li ser gora hat bibîranîn

Nûnertiyên MKG û DFGê yên Wanê rojnameger Denîz Firat a 12 sal berê di êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora wê bi bîr anîn.

Girtiyê ku nigê wî şikiya 21 roj in nebirine nexweşxaneyê
Girtiyê ku nigê wî şikiya 21 roj in nebirine nexweşxaneyê

Aydin Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê nigê wî şikiya, 21 roj in ew nebirine nexweşxaneyê.

Nûnerê DÎSK'ê: Em piştgiriyê didin avêtina gavên demokratîk
Nûnerê DÎSK'ê: Em piştgiriyê didin avêtina gavên demokratîk

Asalettîn Arslanoglû diyar kir ku Çerçeve Yasa tevahiya welêt eleqedar dike û got ku DÎSK her tim piştgiriyê dide gavên demokratîk.

Pêşniyarqanûna 'Çerçeve Yasa'yê di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin
Pêşniyarqanûna 'Çerçeve Yasa'yê di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin

Pêşniyarqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û yekparebûna Civakî" ya berpêşî Komîsyona Edaletê ya Meclisê hat kirin, bi dengdayînê hat qbeûlkirin.

ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2026'AN
ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2026'AN

Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî gotûbêj dike
Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî gotûbêj dike

Civîna têkildarî Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” piştî axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Cüneyt Yuksel dest pê kir.

3 welatan peyamana parastina hevpar îmze kirin
3 welatan peyamana parastina hevpar îmze kirin

Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê "Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê" îmze kirin.

Ji bo ji nû ve doza Mûsa Anter bê vekirin serlêdan hat kirin
Ji bo ji nû ve doza Mûsa Anter bê vekirin serlêdan hat kirin

Ji bo ku doza Mûsa Anter ji nû ve bê vekirin, ji Serokatiya Daîreya Lêkolînên Kiryarên Wan Nediyar a girêdayî Wezareta Dadê re serlêdan hat kirin.

Akademîsyenê Îtalî Venturini: Pêvajo bi saya Abdullah Ocalan gihîşt vê astê
Akademîsyenê Îtalî Venturini: Pêvajo bi saya Abdullah Ocalan gihîşt vê astê

Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ji bo veguhestina pêvajoyê li ser zemînekî hiqûqî girîng e û destnîşan kir ku hewldanên bi îstiqrar ên Abdullah Ocalan ên ji bo pêşxistina rêyeke siyasî ya li derveyî şer ev encam aniye holê û bal kişand ser "mafê hêviyê".

Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya PJAK'ê: Pêvajo pêşve biçe ji bo Rojhilat dikare bibe destpêka serdemeke nû
Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya PJAK'ê: Pêvajo pêşve biçe ji bo Rojhilat dikare bibe destpêka serdemeke nû

Berdevkê Dîplomasiya Ewropayê ya PJAK'ê Zagros Enderyarî diyar kir ku serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê dê li Îranê jî bibe sedem ku hinek pirs xurttir bên pirsîn û got: "Heke pêvajo jidil û adilane pêşve biçe û bernameya hevpar a hevpeymaniya şeş partiyên rojhilatê Kurdistanê bihêz be, dikare di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li herêmê de bibe destpêka serdemeke nû."

Hevserokê DBP’ê yê Wanê Demîr: Divê statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan were zelalkirin
Hevserokê DBP’ê yê Wanê Demîr: Divê statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan were zelalkirin

Hevserokê DBP'ê yê Wanê parêzer Cemal Demîr diyar kir ku kêmasiyên di pêşnûmeya “qanûna çerçoveyî” de ku ew pêşnûmeyê wekî gaveke girîng di çarçoveya pêvajoyê de dinirxîne û got: “Bi taybetî divê statuya rêzdar Ocalan bi awayekî hatiba zelalkirin. Ji bo gelê Kurd daxwaza herî mezin ev bû.”

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 5.666