Unsal: Divê şertên Abdullah Ocalan derbasî şertên muzakerevanekî bibin

  • rojane
  • 09:42 27 Cotmeh 2025
  • |
img

STENBOL - Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku hewceye yasa û destûra bingehîn a rê li ber pirsgirêka Kurd vedikin tavilê bên guherandin û şertên Abdullah Ocalan jî weke şertên muzakerevanekî bên guhertin.

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, duh bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tevahiya hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayin. Daxuyaniya li Qendîlê hate dayin, di qada navneteweyî de deng veda. 
 
Parastvanê mafên mirovan, Ahmet Faruk Unsal têkildarî gava Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. 
 
‘DIVÊ GAVÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ BÊN AVÊTIN’  
 
Unsal, diyar kir ku gava hatiye avêtin dilsoziya bi biryarên kongreyê û pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin nîşan dide û got: “Vekişandina gerîlayan a ji qada Tirkiyeyê ber bi Qendîlê ve, ji bo qanehbûna civaka Tirkiyeyê jî girîng e. Piştî vê daxuyaniyê, hewceye Meclis di mijara hiqûqî û siyasî de gavan biavêje. Lê mijareke din a pir girîng heye; pêvajoya veguhêz a ji bo PKK’ê taybet divê were sazkirin. Navê komîsyona li Meclisê hatiye avakirin, ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Piştevanî û Demokrasiyê’ ye. Navekî ku pirsgirêka Kurd di nav xwe de nahewîne, yekser wê weke navnîşan nîşan nade û zêdetir di nava demokratîkbûneke giştî de pênase dike hebû. Weke di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, hewceye komîsyona Meclisê yasayên taybet ji bo PKK’ê, ji bo serdema veguhêz saz bike û wisa xuya dike ku di vê mijarê de mutebeqetek heye. Dema behsa yasayên serdema veguhêz tê kirin, navek li pêvajoya dewletê di sala 2013-15’an de dabû destpêkirin û ya niha hatiye kirin.” 
 
‘EDALETA SERDEMA VEGUHÊZ’  
 
Unsal, diyar kir ku hewceye xebatên tên kirin bi aktorên pirsgirêkê re bên meşandin û got: “Du gavên girîng hene ku divê dewlet biavêje. Ya yekemîn; hewceye astengiyên yasayî û destûra bingehîn ên rê li ber pirsgirêka Kurd vekirin ji holê bên rakirin. Ya duyemîn jî divê endamên PKK’ê ku encama vê pirsgirêkê ne, bigirin nava çarçoveya edaleta serdema veguhêz û yasayên ku rê didin tev li jiyana siyasî û civakî bibin bên derxistin. Ev her du mijar pir girîng in. Em hêdî hêdî ber bi wê encamê ve diçin.” 
 
ŞERT Û MERCÊN GIRTIYAN  
 
Unsal, anî ziman ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û derfetên pêwendîdanînê êdî ji rewşa fiîlî derkeve û fermî bibin. Unsal, wiha domand: “Rewşa birêz Ocalan, di vê pêvajoyê de bi awayekî xweser pêş ket. Divê şertên heyî derbasî şertên muzakerevanekî. Ji bo vê jî ji ewil divê komîsyon şertên guncav ava bike û pê re pêwendiyan deyne. Heke ev jî bibe, dê astengiya psîkolojîk a li pêşiya wî û girtiyên din jî ji holê rabe.” 
 
‘PEYWIREKE CIDÎ DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENÎ Û RÊXISTINA CIVAKA SIVÎL’ 
 
Unsal, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêşîlêgirtina nerazîbûnên li dijî civakîbûna aştiyê û pêvajoyê, peywireke mezin dikeve ser milê çapemenî û rêxistinên civaka sivîl. Nexwe heke em vê meseleyê tenê weke pirsgirêka Kurd bibînin, wê demê em ê pirsgirêkê nebînin. Em li ser pirsgirêkeke ku bûye sedema windahiya budçeyeke mezin, tunekirina azadiya mirovan û koçberiyê nîqaş dikin. Lewma divê hem rêxistinên civaka sivîl hem jî çapemenî bi berpirsyarî tevbigerin û têkevin bin vî barî.” 
 
MA / Yeşîm Tukel