ENQERE – Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku êdî şertên kûrewî û herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd, gavavêtina ji bo aştiyeke mayînde û xweşk-biratiyê ferz dikin.
	Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, derbarê budçeya Meclisê de û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civînan didomîne, axivî.
	‘ŞERT AŞTIYÊ FER DIKE’
	Kurtulmuş, diyar kir ku êdî şertên kûrewî û herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd, gavavêtina ji bo aştiyeke mayînde û xweşk-biratiyê ferz dikin û ev tişt got: “Komîsyona me dê her hewl û xebata xwe ji bo bilindkirina standardên aştî, aramî, ewlehî û demokrasiyê li vî welatî bidomîne. Ez hêvî dikim ku, digel gavên din ên ku em ê di zûtirîn demê de bavêjin, komîsyon dê lêkolînek li ser verastkirinên ku di çarçoveya guhdarîkirin û gavên hatine avêtin de dê werin çêkirin temam bike û raporekî pêşkêşî Meclisê bike.”
	Kurtulmuş, diyar kir ku Komîsyonê xebatên destûra binehîn bike û wiha pê de çû: “Ev komîsyon ne komîsyonek e ku nêrînên partiyeke siyasî bîne ziman. Ew ji aliyê partiyên siyasî yên ku hema hema tevahiya nifûsa Tirkiyeyê temsîl dikin ve hatiye damezrandin da ku yekitî û hevgirtina neteweyî misoger bike.”
								


