Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
- rojane
- 10:44 22
Li Agiriyê ji 3 hezar û 636 km rêyên gundan hêj 2 hezar û 279 jê stabîlîze ne. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajar ê DEM Partiyê Melîk Ozmuş, got: “Kesên ji hêla hikûmeta navendî ve hatine tayînkirin, li gorî polîtîkayên îktîdarê tevdigerin û gel li gorî tercîhên siyasî dabeş dikin.”
