Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin

  • rojane
  • 16:35 1 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL/ENQERE – Di çalakiya Stenbol û Enqereyê de daxwaza tehliyeya girtiyên nexweş Adnan Oztel û Mehmet Tahîr Avci hat kirin.
 
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, li pêşiya avahiya komelê ya li Beyoglûyê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F’ê” ya 710’emîn li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Adnan Oztel ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyê nexweş Adnan Oztel bê berdan”, “Tedawî heq e nayê astengkirin” hatin hilgirtin û dirûşmên Bila girtiyê nexweş Adnan Oztel bê berdan”, “Tedawî heq e nayê astengkirin”, “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat berzkirin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettîn ve hat xwedin. Acettîn, diyar kir ku di 6 mehên dawî de rewşa tenduristiya Oztel xirabtir bûye û nexweşiya wî ya fetqa piştê, homoroît û Behçet lê giran bûye.
 
Acettîn, rave kir ku ji ber nexweşiya Behçetê çavê wî noqsan bûye û nexweşiya mîdeyê lê giran bûye û Oztel bi alîkariya hevalên xwe ve jiyana xwe didomîne.
 
 ‘TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN’
 
Acettîn, diyar kir ku Oztel 20 sal e girtî ye û gotinên wasiyê wî wiha parve kir: "Berî 13 salan min Adnan nas kir. Ev 12 sal in nexweşiya Behçetê lê peyda bûye û ji ber vê nexweşiyê çavê wî noqsan bûne. Nexweşiya wî nayê tedawî kirin. Bi hewldanan me ve dest bi rêbazeke nû ya tedawiyê kir û korbûna wî ji sedî 40 rawestiye. Di mercên girtîgehê de tedawiya wî zehmet e.  Em li ser jiyana wî bifirkar in. Hêj 10 sal mane heta ku were berdan, di van şert û mercan de ne pêkan e ku ewqas sal bijî.” 
 
ENQERE
 
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya 582’yemîn a ji bo rewşa girtiyên nexweş de, bal kişand ser rewşa Mehmet Tahîr Avci yê ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sincanê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî heq e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin hilgirtin û metna daxuyaniyê ji aliyê Rêvebira Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Kezban Kalin ve hat xwendin.
 
Kezban Kalinê diyar kir ku emeliyata Avci di 9’ê Gulana 2025’an li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê hatibû plankirin, lê ji ber nebûna "personel û wesayîtên cendermeyan" hatiye betalkirin û ev tişt got: "Îfadeyên berê yên Mehmet Tahir Avci eşkere dikin ku ew di lênihêrîna tenduristiyê de rastî muameleya cudakar û xirab hatiye. Herwiha di dema girtina xwe de li Nisêbînê ji ber şarapnelê zirar daye kezebê, dermankirina kêm, azarên ji karmendên nexweşxaneyê, muayeneyên kelepçekirî û daxuyaniyên nefretê re rû bi rû maye. Niha, du caran krîzên dil derbas kiriye, stent li ser dilê wî bi cih kirine, du damarên wî yên koronar girtî ne û li benda emeliyatê ye. Divê dawî li pêkanînên tundiyê ku tedawiya kelemçekirî were anîn û  vebijarka paşxistina cezayê wî, li gorî xala 16'an a Qanûna Hejmar 5275'ê, bi raporên lezgîn ji Tiba Edlî û desteyên bijîşkî yên serbixwe bi lez were nirxandin."

Sernavên din

01/11/2025
16:42 Abdullah Ocalan: Divê rêxistina herêmî bê xurtkirin
16:35 Tehliyeya girtiyên nexweş Oztel û Avcî hat xwestin
15:53 Di ‘Nobeda Edaletê’ ya Cizîrê de banga têkoşîna hevpar
15:52 Li dijî erêkirina cezayê 7 rojnamevanan bertek: Ev êriş e li dijî azadiya çapemeniyê
15:20 'Riya aştiyê di Qada Galatasaray û Koşûyoluyê re derbas dibe'
14:38 Dayikên Şemiyê li aqûbeta windayên li Kerboranê pirsîn
11:54 1’ê Mijdarê: Berxwedana Kobanê hêvî da gelan
11:40 Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
11:10 Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
10:57 DFG’ê li dijî cezayê 7 rojnamevanan bertek nîşan da
10:49 QSD’ê li Reqayê operasyona ewlehiyê da destpêkirin
10:10 Cezayê li 7 rojnamevanan hatibû birîn hat erêkirin
09:19 Şandeya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de biçe Îmraliyê
09:10 'Qers prototîpa jiyana bihevre ye'
09:06 Bang ji bo meş û mîtînga Kolnê: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN
31/10/2025
16:39 Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir
15:55 Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
15:32 Kurtulmuş: Şertên herêmî û kûrewî aştiyê ferz dikin
13:51 Koma Amed di 22’yê Mijdarê de li Wanê konserê dide
13:37 Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
13:36 Ji girtîgehan ji bo Aykol name: Xeyala me tevan dîtina te ye
13:34 NY: Li Îranê piştî şer zext giran dibin
12:46 Li Îdirê bi beşdariya Bakirhan bi gel re civîn hat lidarxistin
12:44 KNK’ê ji bo tevlibûna meşa Kolnê bang kir
12:30 Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 kes jî hatin birîndarkirin
12:29 Dîroknasê Îtalî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:10 Di dibistanan de Kurdî weke zimanekî 'bêqîmet' fêrî zarokên Kurd dikin
11:19 Welatiyên Îzmîrê: Em li benda gavavêtina dewletê ne
11:18 Ayhan ê HPG’î: Em dixwazin siyaseta demokratîk li ser zemîneke azad bikin
09:48 Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn
09:43 Rêveberiya qeyûm 2 meh in rêya 100 metreyî temam nekiriye
09:38 Ji nivîskara îranî evîna ji bo Kurdî
09:36 'Komîsyona Pêvajoyê' ya Baroya Amedê dê di bin 11 sernavan de bixebite
09:07 Bi salan e li ser rêya girtîgehan e: Bila qanûn bên derxistin û girtî bên berdan
09:04 Şêniyên taxê ji ber bêhna nexweş nerihet in: DSÎ xwe lê bêdengiyê datîne
09:02 Bi zarokên xwe re ruh didin şanoya pirpitokî ya bi Kurdî
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN
30/10/2025
21:30 Şandeya Îmraliyê: Em gihîştin fikreke hevpar
21:05 Nîzamettîn Kabaîş: Dê telefona keça min bişînin Portekîzê
20:21 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re bi dawî bû
18:43 Civîna komisyona meclisê bi dawî bû
17:59 Şandeya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket: Em ê gavên ku divê bên avetin gotûbêj bikin
16:49 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:43 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:42 Kurtulmuş: Em ber bi amadekirina raporê ve diçin
14:27 Hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
13:34 Aksoyoglû: Hewceye Meclis li Enqereyê li Ocalan guhdarî bike
11:41 ‘Li dijî gavên hatine avêtin divê dewlet gavên zagonî biavêje’
11:14 ‘Hewceye dewlet verastkirinên zagonî bike’
10:51 Serokên partiyên Saadet, Gelecek û DEVA’yê yên Amedê: Divê dewlet demildest gav biavêje
10:39 Bakirhan: Divê bi zagonên veguhêz azadî û maf bên misogerkirin
10:07 Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat betalkirin
10:05 Aktîvîst Zîlan Kemanger li Kamyaranê hate binçavkirin
09:35 Înîsyatîfa Yekitiyê: Heya yekitiya me çênebe em ê negihên tu statuyê
09:25 Koçeroglû yê OHD'î: Pêvajoyê tu bandoreke erênî li girtîgehan nekiriye
09:22 Danişîna doza hevşaredarên Akdenîzê sibê dê bê lidarxistin
09:20 Dayikan bang li Erdogan kirin: Gavan biavêjin
09:19 Koker: Komîsyon divê êdî pêşniyazên qanûnî berbiçav bike
09:13 Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe
09:11 Îdareya girtîgehê wêneyê Ceylan Onkolê 'bifikar' hesiband
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2025'AN
08:33 Mûstafa Karasû: Dem dema gotinê, dema îcraatê ye
29/10/2025
18:08 KESK'ê xwest komîsyon ji bo KHK'iyan qanûnê amade bike
16:28 Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû
15:49 Rojnameger Yildiz ê bi lêdanê hatibû binçavkirin serlêdana sûc kir
15:42 MSD’ê êrişa li ser rêya Şam-Siwêdayê şermezar kir
15:31 Seferberiya ji bo meşa Kolnê didome
15:30 Ayşe Gokkanê ji bo rojnamevan Aykol name şand
14:04 Rojnameger Kadrî Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
12:14 PM’a DEM Partiyê: Hewceye verastkirinên zagonî yên azadîxwaz bên kirin
11:34 Abdullah Ocalan: Du rêyên krîtîk li ber komarê hene, yên cidî dê bi ser kevin
10:31 Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin: 63 Filistînî hatin qetilkirin
10:14 Nûçeya me ya Rojîn Kabaîşê hat astengkirin
10:03 Ji partiyên sosyalîst û rêxistinan komxebata ‘pêvajoyê’
09:42 Akademîsyen Coşkûn: Divê hiqûqa veguhêz a li gor pêvajoyê esas bê girtin
09:33 'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
09:31 'Divê şert û mercên Abdullah Ocalan li gor ruhê pêvajoyê bin'
09:20 'Hê jî êriş li şînên Kurdan tên kirin'
09:15 Akademîsyen Yasemîn Ozgun: Gavneavêtina îktîdarê pêvajoyê dixtimîne
09:07 Tevî rapora 'jiyana wî di xetereyê de ye' jî nayê berdan: Ji 120 kîloyan daketiye 50 kîloyan
09:00 ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2025’AN
28/10/2025
17:02 Şîna Eşref û Mûstafa Akyildiz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Rewşa rojnameger Aykol krîtîk e
16:04 Koma Amed: Em li vir vegeriyan roja ewil, me Evdilmelîk Şêxbekir hest kir
13:53 Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
13:43 Baroya Amedê komîsyona ‘pêvajoyê’ ava kir
13:29 Cemîl Bayik: Hewceye yasayên entegrasyonê tavilê bên derxistin
13:24 Mamosteyê Çapemeniya Azad: Kadrî Kaya
12:10 DBP’ê dê ji bo ‘pêvajoyê’ dest bi çalakiyan bike
12:06 Li du barajan serdegirtinên malan: Herî kêm 15 kes hatin girtin
11:44 Serokê Baroya Mêrdînê: Meclis divê êdî gavan biavêje
11:21 'Li ser bingeha hemwelatiya wekhev divê sererastkirinên hiqûqî, zagonî û îdarî bên kirin’
11:11 Serokê Giştî yê EMEP’ê: Divê alî di şertên wekhev de hevdîtinan bikin
10:40 Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
10:00 Bi hezaran kes tev li Mihrîcana Zeytûnê ya Dêrikê bûn
09:59 Turkdogan: Hinceta 'tundiyê' nema, ger desthilat gav neavêje dê teşhîr bibe
09:34 Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
09:32 'Pêdivî bi pêvajoyeke ku Abdullah Ocalan rasterast tê de cih bigire heye'
09:12 Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îş'ê Dedeoglû: Ji sedî 95'ê hêza çapemeniyê têra desthilatê nake