ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, “Nobeda Edaletê” di hefeta sêyemîn de didome.
“Nobeda Edaletê” ya ku Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê cîgirê midûrê Dibistana Amadehî ya Merkez Anadoluyê û Nûnerê Kargehê yê Sendîkaya Yekitiya Perwerdekaran (Egîtîm Bîr-Sen) Burak Ercan ê ku tacîza zayendî li 43 xwenedkaran kiriye, dabû destpêkirin di hefteya duyemîn de didome. Di nobeda ku li Kolana Hunerê ya Cizîrê hat despêkirin de dowîzên “Îstismara zarokan rawestîne”, “Burak Ercan bidarizîne”, “Ji bo Rojîn Kabaîşê edalet” hatin hilgirtin û li qadê pankarta “Ne kiryaran lê zarokan biparêzin, ji bo zarokan edalet” û navê Ugur Kaymaz, Cemîle Çagirca, Ceylan Onkul, Mîraç Mîroglu, Nîhat Kazanhan, Huseyîn Selçûk ku di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin.
Şaxên Egîtîm Sen ên Mêrdîn, Êlih û nûnerên Kerboran û Midyadê, Komeleya Jin û Zarokan, Komeleya Mafê Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serdana “Nobeda Edaletê” kirin. Di çalakiya nobedê de derheqê nobedê de agahî bi sedêran re hat parvekirin û hate diyarkirin ku dê li dijî polîtîkayên bêzakirinê her Şemî nobedê bê girtin. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên ku di serdanê de axivîn bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet û têkoşîna hevpar ji bo edaletê.
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jin û Zarokan Arzu Sena Topuz ev tişt got: “Di warê mafên jin û zarokan de valahiyeke mezin heye. Pêvajoyên hiqûqî wijdanê aciz dike. Îfadeyên zarokan gelek caran didin dubarekirin. Em ê bi hev re li dijî vê bihiqûqiyê têbikoşin.”
‘EM Ê HETA DAWIYÊ BIBIN ŞOPDAR’
Arzu Sena Topuzê, diyar kir ku wek komele dê bibin şopdarê vê dozê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji raya giştî re dubare dikin ku em ê pêvajoya darazê ji nêz ve bişopînin da ku edalet ji bo hemî zarokên mexdûr misoger bikin. Em ê nehêlin rastî were veşartin. Em bi mamosteyên ku qurbaniyan diparêzin re ne. Edalet ne tenê bihîstina dengê kesên bi hêz e, bereksa wê bihîstina dengê kesên herî lawaze jî . Em ê her tim bibin dengê van zarokan.”
Nobedê heta saet 18.00’an bidome.
