ŞIRNEX - Li navçeya Elkê 5 herêm ji bo 9 rojan wekî "herêma ewlehiya demkî" hatin îlankirin.
	Walîtiya Şirnexê herêmên girêdayî navçeya Elkê; Pertevîn, Mêrkitik, Karçana, Kato û Ayranciyê wekî "herêma ewlehiya demkî" îlan kirin. Bi ragihandina biryarê re, ketina herêmên navborî heta 9 rojan hat qedexekirin. 
	Qedexe dê di 17'ê Tîrmehê de dest pê bike û heya 25'ê Tîrmehê bidome. 
								


