ŞIRNEX - Li 3 taxên Şirnexê bi gel re hevdîtin hatin kirin û li nêrîn û pêşniyarên gel hate guhdarîkirin. 
	“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Li taxa Gundogduyê ya Şirnexê,li taxa Yafesê ya Cizîrê û li gundê Derbacya yê Cizîrê bi gel re hevdîtin hatin kirin. Wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li bûn. 
	Di hevdîtinê de banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk hatin nîşandan. 
	Piştre jî parlamenter têkildarî pêvajoyê axivîn û li nêrîn û pêşniyarên gel guhdarî kir. 




