NAVENDA NÛÇEYAN- Tirkiyeyê bi topên hawanê 5 caran bejahiya Amêdiyê bombebaran kir. 
	Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomin. Endamê Tîmên Avakirina Aştiyê ya Amerîkayê (CPT) Kameran Osman, ragihand ku Tirkiye 5 caran geliyên Mêwîn û Qeçoyê yên li sînorê Amdêdiyê ya girêdayî Dihokê topbaran kiriye. Osman, bi parvekirinekê bombebaran navborî ragihand. 
	Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kiribû. 
								



