ENQERE- KESK ku têkildarî tunekirina çekan daxuyanî da, diyar kir ku ew ê tevkariyê li aştiyê bikin û gavên ku divê bên avêtin daxuyand. 
	Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî merasîma tunekirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de, daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê, daxwazên xizmeta cemaweriyê û demokratîkbûyîn parçeyeke pêvajoyê ne. 
	Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku ew girîngiyê didin wê yekê ku pêvajo tenê di parlamentoyê de neyê asêkirin, divê rêzistinên demokratik û ked-pişeyî jî gotina xwe bejin û her tişt bi zelalî bi civakê re bê parvekirin. 
	DAXWAZ
	Di berdewamiya daxuyaniyê gavên ku divê li gor pêdiviyên pêvajoyê bên avêtin wiha hatin rêzkirin: 
	"* Divê hemû kedkarên cemaweriyê yê bi KHK'ê hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe û tazminata wan bê dayîn, 
	* Divê Peymana Stenbolê careke din bê pêkanîn, 
	* Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê di xizmeta cemawerî û perwerdehiyê de di asta destura bingehîn de bê naskirin, 
	* Divê dawî li rejîma qeyûm bê û rêveberiyên xwecihî ji vîna gel re bê hiştin, 
	* Divê hiqûqa îstisnaî ya di heyama pevçûnî de serwer bû bê rakirin û dewleta hiqûqê ji nû ve bê avakirin."  
								



