‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
- analîz
- 09:15 21/11/2022
Endama NADA’yê Sewsen Mehmûd têkildarî têkoşîna jinan wiha got: "Sedsala 21'emîn di pêşengiya jinên Rojhilata Navîn de tê birêxistinkirin. Di encama nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser jinan de, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ şoreş hat destpêkirin. Ez dikarim bi dilgermî bêjim ku jinên cîhanê çareseriyê di paradîgmaya jinê ya Abdullah Ocalan de dibînin.”
