Li Zanîngeha Akdenizê êriş birin ser xwendekarên kurd
- ciwan
- 20:10 22/2/2022
Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest êriş bir ser 3 xwendekarên kurd. Xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeke nijadperest êriş bir ser 3 xwendekarên kurd. Xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Meşa Dirêj a li bajarê Sierentz ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja duyemîn de didome.
Endamên DOB’ê diyar kirin ku pêdiviya civakê bi pêşerojeke azad heye û wiha gotin: “Heke em têbikoşin, xwe bi rêxistin bikin, pêkane ku em vê têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Gonul Taşkin, diyar kir ku ciwantiyeke ji dîroka xwe qutbûyî dê nikaribe rola pêşengtiyê bilîze û got: "Em ê tiryakê ji holê rakin."
Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku divê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were temînkirin û gotin, “Pêwîste em li dijî tecrîd û polîtîkayên faşîst ên îqtidarê rabin û berpirsiyariya xwe bînin cih.”
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çetîn Temel, diyar kir ku di encama têkoşîna li dijî tiryakê ku li taxên navendî yên Wanê dimeşînin de gelek ciwan ji hişbirê xelas kirine.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Umît Akbiyik, diyar kir ku bi kongreya ku li dar xistin careke din ruhê têkoşînê dane der û got: "Armanca ewil a ciwanan, şikandina polîtîkaya tecrîdê ye."
Li Amedê, ciwanên ku derbarê mirina Enes Kara de daxuyanî dan ev tişt gotin: "Kujerê Enes ev pergal û zîhniyeta wê ya paşverû ye."
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku berpirsê mirina Enes Kara yê ber bi xwekuştinê ve hat hêlkirin îqtidar e û li dijî polîtîkayên AKP'ê ji bo rêxistinbûyînê bang kir.
Li Amedê du ciwanên HDP'î yên ku polîsan bi tahde û gefxwarinê sîxurtî li wan ferz kirin, serî li ÎHD'ê dan.
Xwendekarê tipê Enes Kara ku li wargeha cemaetê dima, piştî zexta ku li dihat kirin vegot dawî li jiyana xwe anî.
Endamê Lijneya Rêveber ê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Ozan Yildiz ku di encama derbaskirina qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dabû, hat bibîranîn.
Bi hezaran ciwanên ku di kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de hatin ba hev, diyar kirin ku ew ê li dijî zextan serî netewînin û gotin: “An azadî an azadî.”
Ciwanan ku ji bo kongreya Meclisa Ciwanan a HDP'ê ji çar aliyan ve hatine Amedê, biş gerandina govendê dest bi rojê kirin.
Li Êlihê ji bo 3’yemîn Kongreya Asayî ya ku Meclîsa Ciwanên HDP’ê sibê li dar dixe, banga tevlîbûnê hat kirin.