HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
- polîtîka
- 13:04 22/9/2022
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku Jîna Mahsa Amînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin sembola berxwedanê ye û wiha got: “Em piştgiriyê didin serhildana jinan a li Rojhilat mezin dibe û dibêjin serhildana we serhildana me ye. Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn.”