Encamnameya Kongreya 21'emîn a KNK'ê: Dem dema yekitî û statûya Kurdistanê ye
- polîtîka
- 12:03 08/12/2022
KNK’ê di Encamnameya Kongreya 21’an de rewşa dawî ya her çar parçeyên Kurdistanê, herêmê û cîhanê nirxand û wiha got: “Heke em bikarin yekitiya xwe xurtir bikin, em ê bikarin statûyeke mayînde ji hemû Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemû hêz, partî, sazî û rêxistinên me û hemû gelê me yê li çar aliyê welêt, seknekî neteweyî raber bike. Bi vî rengî em ê bikarin hemû plan û projeyên dewletên dagirker ên li dijî Kurdistanê pûç bikin.”