Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê dest pê kir
- polîtîka
- 15:05 09/5/2023
Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.
Mitînga Partiya Çepên Kesk a Nisêbînê bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Mûgla û Hatayê ji bo ku li ser sindoqan peywirdar bibin, banga “bibe muşahid” li her kesî kirin. Rêxistinan diyar kirin ku li hinek navçeyan hejmara muşahidan kêm in û bang li gel hate kirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel bertek nîşanî daxuyaniya “darbeyê” ya îktidarêda û got: “A rast darbeya esasî ew e ku bi operasyonên qirkirina siyasî îradeya gel nas nakin.”
HDP’ê di hilbijartinên 2015’an de li Erdexanê qonaxeke girîng derbas kiribû û hewl dide bi Partiya Çepên Kesk re îcar 2 parlamenteran bi dest bixe.
Di hevdîtina gel a li Dortyola Hatayê de hta gotin ku hêrsa ji ber tiştên di dema erdhejê de çêbûne dê xwe di sindoqan de bide der.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Rihayê de axivî, diyar kir ku ew ê deriyên rêya ber bi azadiyê ve vekin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê jî got: “Kesên ku ji bo tecrîdê deng dernaxînin, bila neyên Kurdistanê.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mitînga Qersê de destnîşan ir ku partiya wan ewlehî û teminata welat in û got: “Vana her ku têk diçin, dest bi êrişan dikin. Her ku êriş bikin wê têk herin.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku tenê yek deng jî ji bo guherandina qedera Tirkiyeyê pir girînge û wiha bang li hilbijêrên livdar kir: “Ji bo ku hûn dengê xwe bidin, serî li partiya me bidin.”
Namzeta Parlementeriyê Partiya Çepên Kesk a Çewligê Cemîle Tûrhalli Balsakê bal kişand ser girîngiya hilbijartina 14'ê Gulanê û got: "Ev hilbijartinê wekî şerê man û nemanê ye. Bi taybetî jî ji bo jinan pir girîng e, ji ber ku ew tim di nava civakê de rastî kiryarên nebaş tên."
Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder di mîtînga Çorlûyê de got: “Meger li vir pêdivî b imin tune bûye. Li vir mesele çareser bûye! Pelên dara me kêm bûn, lê dar heman dar e.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtînga Manîsayê de got: “Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji xistina faşîzmê re.”
Ahmet Turk ku li Dîlokê xîtabî bi hezaran kesî kir, got: “Ev siyaseta ku 40 sal in li hemberî gelê kurd tê kirin, dê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Wê gavê dê aştî û aramî bê. Em hêvî dikin ku dê 14’ê Gulanê ji bo hemû gelan bibe destpêkeke nû.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel ê di mitînga Edremîtê de axivî, diyar kir ku yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e û wiha got: “Partiya Çepên Kesk ban û garantiya hemû gelan e.”
Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Emîn Ay ku di serdana namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê de axivî destnîşan kir ku desthilat olê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînê û wiha got: “Baweriya me ew e ku dê parastvanên heqîqet, edalet û azadiyê di hilbijartinan de bi ser kevin.”
Partiya Çepên Kesk ji bo civîna gel a dê sibê bi tevlibûna Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li navçeya Dortyol a Hatayê li dar bixe bang li welatiyan kir.