Nakokiyên Erdogan ên sindoqan: Duh û îro hev nagire
- polîtîka
- 10:13 22/8/2019
HDP’ê di hilbijartina 31'ê Adarê de bi dengekî pir zêde şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê qezenç kir. Lê hêj 5 meh neqediyan Wezîrê AKP'ê yê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayîn kir. Tayînkirina qeyûman gotinên Serokê Giştî û Serokomar Tayyip Erdogan ên têkildarî hilbijartinê anî hiş û aqilan. Erdogan duh tiştek û îro tiştekî din dibêje.