Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
- polîtîka
- 15:55 25/11/2019
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku li Dîlokê Hevserokê Partiya wan Muslum Kiliç jî di navde 25 hevalên wan hatine girtin û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin deriyê rêxistina me ya Dîlokê kîlîd bikin. Di sucdariyê de dibêjin 'Hûn ji rêxistinê fermanê distînin' Raste rêxistina wan heye. Yên li serê vê rêxistinê jî em in. Ferman jî heye û giştîname jî heye."