Ji bo ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ pêşniyara qanûnê hat kirin
- polîtîka
- 14:59 28/5/2020
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûnek da meclisê.
Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşniyarqanûnek da meclisê.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ayhan Sefer Ustun diyar kir ku ev serdema niha teqez wê bi hilbijartina pêşwext bi dawî bibe û ji bo koma AKP’ê belav nebe Erdogan xwe avêtiye bextê Bahçelî.
Akademîsyen Alî Ekber Dogan, destnîşan kir ku wê di pêşerojê de kapîtalîzm bibe sedema feleketên hîn mezintir û bal kişand ser divêtiya têkiliyeke nû ya li ser asasê "mirov-xweza"yê. Dogan got, ji bo vê yekê gava sereke û girîng şoreşeke çandî ye.
Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, mirina bi guman a leşkerê ku li Wanê dema nobet girtinê jiyana xwe ji dest dabû, bir rojeve meclisê.
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, bertek nîşanî êrîşên li dijî gor û goristanan da û got: “Eger êdî zilmê li gor, goristan û cenazeyan dikin, wê demê ev îqtîdar xelas bûye. Ev polîtîkaya îqtîdarê tu xizmetê ji saxan re nake. Divê hemû hêzên demokratîk û muxalif bi hevre li dijî van polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhayê bibin yek û têbikoşin."
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllarî, êrîşa li dijî cenaze û goristanan weke “Îşkencê li civakê dikin” nirxandin û got: “Yên li miriyên kurdan vê dikin, gelo wê çi li saxan nekin?”
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, bal kişand ser binçavkirin û girtina jiyên ku çalak siyasetê dikin û wiha got: “Hişmendiya yekperest, ji ber ku ji tora têkoşîna jinan a hevpar ditirsin ew qas êrîş dikin."
Navenda Lijneya Rêveber a HDP'ê biryar girt ku li djî êrişên goristanan, tayînkirina qeyûman û o perasyonên qirkirina siyasî pêngavek nû ya têkoşînê bidin destpêkirin. HDP'ê biryar dan ku bi rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê re ji nûve tora têkoşînê ava bikin.
Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku tişta ku AKP nikare bi hilbijartinê bi dest bixe xesp dike û got, wê paş ve gav navêjin, berevajî wê bêtir bitêkoşin.
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî êrîşa polîsan a li dijî rêveber û wekîlan diyar kir ku polîsan li pêş qamerayan êrîşî wan kir û xwestin li pişt kamerayan jî êrîşê bidomînin û got: "Polîsan li pişt kamerayan hewl dan ku pêhnê li min bixin."
Pispora Rojhilata Navîn Dr. Arzû Yilmaz, anî ziman ku Tirkiye li Sûriyeyê "ewlehiya sînor" û li Lîbyayê "welatê şîn" dike hincet û bi vî awayî li gor polîtîkaya berbelavbûnê tev digere û got, DYA jî bi awayekî neyekser destekê dide vê polîtîkayê û Ewropa jî xwe li nedîtinê datîne.
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî cenazeyên bi rengekî komî li bin peyarêyê hatine veşartin got: "Ya ku li wir hatiye veşartin wijdan, exlaq û mirovahiya desthilatdariyê ye. Ev gel wê vê yekê ji bîr neke û hesabê wê bipirse."
Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê têkildarî pratîk û sepandinên saziyên DEDAŞ û DSÎ daxuyanî da û diyar kir ku ev firsendperestî û selefxurî ye. Komîsyonê, diyar kir ku DEDAŞ bi feraseta Qeyûm nêzîk dibe û xwest dest ji vê dijqanûn û dijhiqûqê berdin.
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman a şaredariyan têkoşîna şaredariyan a li dijî Covît-19 astengkirin û tenduristiya gel jî xistin talûkeyê û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman hem vîna gel xezp kirin û hem jî tenduristiya gel xistin talûkeyê."
45 parlamenterên HDP’ê têkildarî qeyûman pêşniyaznameya pirs û lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin.