Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
- polîtîka
- 09:14 27/11/2020
Serokê Giştî yê EMEP'ê yê nû Ercument Akdenîz, anî ziman ku îqtidar tim qabûneyê diguherîne û bi fedakirina ên nêzî xwe dixwaze umrê xwe dirêj bike. Akdenîz got: "Sendîka, partî û hêzên demokrasiyê gava bin cem hev du, dê karibin îqtidarê qels bikin."