Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
- rojane
- 11:31 17/3
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Newroza Rêbertiya Azad” derket.
Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê bi manşeta “Newroza Rêbertiya Azad” derket.
HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk li Kobanê komkujiyek kir û di komkujiyê de 7 jê zarok û yek jî jin bi giştî 9 kes ji heman malbatê qetil kiriye. HSD’ê, got: “Dewleta tirk a ku nikare li dijî hêzên me pêş bikeve, sivîlan qetil dike.”
DFG’ê ji bo danişîna ewil a rojnameger Eylem Babayîgît ku dê di 19’ê Adarê de bê lidarxistin, banga piştevaniyê û parastina rojnamegeriyê kir.
Hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û MHP’ê de li Meclisê dest pê kir.
Li 12 navendên cuda pîrozbahiya Newrozan tê lidarxistin.
Li gundekê navçeya Pênciwên a Silêmaniyeyê di encama teqîneke mayînê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Pîrozbahiya Newrozê ya li Geverê wê li Stadyûma Cîlo ya kevin piştî 10 salan careke din bê pîrozkirin. Komîteya Rêxistinbûnê ku li 172 gund, 16 tax û navendan komîsyon ava kir, gel vexwend pîrozbahiyan.
Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz a ku gundê wî hat şewitandin ku gelek caran hat binçavkirin, kurê wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û kurê wê yê din jî di girtîgehê de ye diyar kir ku ew kêliyekê jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin û wiha got: "Em bang li dewletê dikin: Êdî bes e, dora we ye."
Di serdegirtinên malan ên li Hewagê de 4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hatin binçavkirin.
Girtiyên il Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin anîn ziman ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext û êrişên ser wan giran bûne û ev yek weke provokasyona li dijî pêvajoyê nirxandin.
Serokên komeleyên herêmî ji bo Newroza Stenbolê banga tevlîbûnê kirin û diyar kirin ku pêvajo firsendeke dîrokî ye û Newroz girîng e daxwazên xwe bînin ziman.
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymana bi hikûmeta demkî re îmzekirin re dê Rêveberiya Xweser bibe xwedî statuyeke taybet û statuya xwe ya biryardayinê winda nake.
Hunermendên ku xwe amade dikin ku di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê, diyar kirin ku ew ê stranên xwe ji bo aştiyê bistirên û her kes vexwendin pîrozbahiyan.
Dewleta tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrişî malekê kir. Di êrişê de dayik û bav û 7 zarokên wan hatin qetilkirin.