ROJEVA 8’Ê TÎREMEHA 2025’AN
- rojane
- 09:00 08
Buroya Enformasyonê ya KCK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber ewlehiyê dê toren zindî neyê weşandin û rojnameger tev li nebin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe saet di 13.00’ê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Buroyê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî.
TUHAD-FED’ê li Şirnexê 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevseroka TUHAD-FED’a Amedê Pinar Sakik di kongreyê de got: “Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve divê teqez tecrîd rabe.”
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re bi dawî bû.
Serokkomar Tayyîp Erdogan li Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, 500 hezar TL doza tezmîneta manewî vekir.
Di rapora Girtîgeha Tokatê ya Şaxa OHD’a Rihayê de hate gotin ku ji ber zexta lêgerîna nava dev, girtiyên nexweş ji mafê xwe yê tedawiyê bêpar tên hiştin.
Şandeya Îmraliyê beriya hevdîtina bi Tayyîp Erdogan re daxuyanî da û got: “Weke tê zanîn pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe. Taybetiyên vê qonaxê û hewcehiyên wê em ê bi birêz serokkomar re biaxivin.”
Hate diyarkirin ku sewqa rojnamegera girtî û nexweşa çolyakê Perîhan Sevda Erkilinç a ji bo nexweşxaneyê hatiye astengkirin.
Di danişîna doza Cîhan Can de ku otobûsa bizirx a polîsan dabû ser û qetil kiribû de ji bo amadekirina mutalaayê biryar hate dayin ku dosya ji dozgeriyê re were şandin.
Li Colemêrgê ji bo erdê madenê di navbera gundiyan û biraziyê Îsmet Olmez ê AKP’î de nîqaş derket û piştî nîqaşê leşkeran bi ser gund de girtin û 7 kes binçav kirin.
Encamnameya “Komxebata Ji Bo Zarokistanan” ku li Amedê hat lidarxistin, hat aşkerakirin. Di encamnameya komxebatê de bang hate kirin ku zimanê dayikê bibe zimanê perwerdeyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re civiya.