Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin

  • rojane
  • 15:13 29 Gulan 2025
  • |
img
 
AMED - Rêxistina ESP’ê ya Amedê li pêşiya edliyeyê çalakî li dar xist û xwest girtîgehên bi “tîpa bîrê” bên girtin û girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê li pêşiya edliyeyê bi dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan, girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin û girtiyên siyasî werin berdan” daxuyanî da. Gelek nûnerên rêxisitnên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li bûn. 
 
Endamê Rêxistina ESP’a Amedê Muhammed Altinkaya da zanîn ku 43 girtîgehên bi tîpa Y, S û bi ewlekariya bilind hene û ev girtîgeh weke girtîgehên “tîpa bîrê” pênase kir. Altinkaya, diyar kir ku girtiyên li van girtîgehan dimînin di hucreyên hewşa wan tune û yên ji bo kesek an jî sê kesan hatine amadekirin, pacên wan tune ku ronahiyê nabînin, bi kamerayan tên şopandin, mafên sihbet û civakîbûnê hatine binpêkirin û hwd. tên ragirtin. 
 
DAXWAZ 
 
Altinkaya, xwest ku ev girtîgehên “bi tîpa bîrê” bên girtin, dawî li tecrîd û îzolasyona ser girtiyên siyasî were anîn, polîtîkaya sirgunkirinê were bidawîkirin û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Altinkaya, xwest girtiyên nexweş û yên siyasî bên berdan. 
 
‘BILA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ CÎBICÎKIRIN’
 
Endama PM’a ESP’ê Beycan Taşkiran jî got ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ewil divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û mafê hêviyê bê cîbicîkirin. Beycan Taşkiran, got: “Heta TMK neguhere, şert û mercên xebatê yên azad ên birêz Ocalan neyê avakirin û girtî neyên berdan, em nikarin qala aştiyê bikin.” 
 
Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jî got ku kurê wê li Girtîgeha Kirşehîrê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û xwest aştî pêk bê. 
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", “Ji girtiyên siyasî re azadî”, “Na ji tecrîdê re, azadî ji girtiyan re” û “Girtiyên nexweş berdin” bi dawî bû.