ENQERE - Dîroknas Yektan Turkyilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi çareseriya du alî heye û wiha got: “Divê daxwazên ji bo rêveberiya xwecihî yên li herêmên bi giranî Kurd lê dijîn bên bicihanîn û ji bo çareseriyeke mayînde demokrasî esas e.”
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe pêk anî biryara bêçekbûnê û fesîxkirinê da. Di deklarasyona dawî ya kongreyê de rexneyên li ser Peymana Lozanê ku erdnîgariya Kurdistanê di nava çar welatan de parçe kiriye, hatin nîşandan. Di deklarasyonê de işaret bi rola Peymana Lozanê ya ku peymana damezrîner a Tirkiyeyê ye, di înkar û qirkirina Kurdan de rola xwe heye. Bi vî rengî peymana Lozanê careke din tê nîqaşkirin.
Dîroknas û antropolog Yektan Turkyilmaz têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
Turkyilmaz diyar kir ku Peymana Lozanê ji bo Kurdan 'karesatek' bû, di sala 1924'an de ji bo Kurdan temsîliyeteke kolektîf tune bû û îro bêhtir rêxistinbûna Kurdan heye û wek aktor derketiye holê. Turkyilmaz da zanîn ku di nîqaşên rûbirûbûn û aştiyê de divê nêzîkatî ne ji demên berê heta roja me ya îro be, divê ji roja me îro ber bi paşerojê be.
Turkyilmaz destnîşan kir ku di vegotina fermî de Lozan wek "Tapûya komarê û belgeya serxwebûnê" tê pênasekirin û di heman demê de ji bo Kurdan ev nîşana destpêka koletî, parçebûn û bêdewletiyê ye û wiha got: "Xêzkirina sînoran li ser axên ku mirovek ji derve lê dijî, avaniya wê ya aborî û çandî parçe dike û vê yekê bêyî ku ev gel di nav de hebe di ti mekanîzmaya biryardayînê de tê wateya karesateke giştî."
Turkyilmaz bi lêv kir ku sînor berê bi peymanan hatine diyarkirin û Lozan jî qebûlkirina van sînorên diyarkirî ya navneteweyî misoger dike û Lozan xwedî wateyek sembolîk û dîplomatîk e.
DESTÛRA BINGEHÎN A 1921'Ê
Tûrkyilmaz bibîr xist ku Destûra Bingehîn a 1921'ê metneke ku gelek caran qala wê tê kirin e, lê belê ji aliyê teknîkî ve nikare weke destûra bingehîn bê nirxandin. Turkyılmaz, da zanîn ku destûra bingehîn ên wê demê hatine çêkirin di çarçoveya pêşniyaran de hatine çêkirin û Mustafa Kemal di daxuyaniyên xwe yên wê deme de gotiye; ‘Yek milet nîn e’ û balkişandiye ser hebûna neteweyên din. Turkyilmaz serhildana Koçgiriyê bi bîrxist û wiha got: "Qanûna Bingehîn a 21'ê Çileyê tê qebûlkirin, di meha Sibatê de jî serhildana Koçgiriyê pêk tê. Daxwaz li ser prensîbên Wilsonê ne. Encam tevgereke ku di nava xwînê de hatiye tepisandin e. Ev yek bi zelalî sînorên pirjimariyê nîşanî me dide."
'DIVÊ RÛBIRÛBÛN JI SALA 2025’AN DESTPÊ BIKE'
Turkyilmaz li ser pêşniyarên wek komîsyonên heqîqet û lihevkirinê yên di nîqaşên aştî û rûbirûbûnê de pêşniyar kir ku divê li ku derê rûbirûbûneke dîrokî dest pê bike û divê rûbirûbûn ji sala 2025’an destpê bike. Turkyilmaz da zanîn ku Kurd herî zêde di salên 1990’î û di 10 salên dawî de rastî cudaxwaziyê hatine, ji ber wê yeke divê rûbirûbûn niha destpê bike.
Turkyilmaz da zanîn ku di roja îro de ferqa herî mezin ew e ku gelê Kurd êdî xwedî wê hêzê ye ku tercihan bike û got, "Di wê demê de aktorekî ku karibe li ser navê Kurdan biaxive yan jî beşên berfireh ên nifûsê temsîl bike, tinebû. Lê îro tevgera Kurd hem dikare biryaran bide û hem jî dikare berpirsyariya wan biryaran hilgire ser milê xwe."
ÇARESERIYA ÎDARÎ Û DEMOKRASÎ
Turkyilmaz bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê û destnîşan kir ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi du alî heye. Turkyilmaz anî ziman ku ya yekemîn; pêkanîna çareseriyên îdarî û daxwazên rêveberiya herêmî li herêmên bi giranî Kurd lê dijîn û wiha got: "Eger Wan, Amed û Dêrsim nerehet bin, ev ne çareserî ye."
Ya duyemîn jî bal kişand ser pêwîstiya demokratîkbûyînê û wiha got: "Îro ji sedî 40’ê Kurdan li bajarên li derveyî Kurdistanê dijîn. Pêwîstiya van mirovan jî bi demokrasiyê heye. Ji bo çareseriyeke mayînde demokrasî esas e."
Turkyilmaz da zanîn ku dewlet ne xwe dispêre planeke stratejîk û ne jî xwedî armanceke mayînde ye û anî ziman ku Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi perspektîfa avakirina neteweyeke nû nêzî vê pêvajoyê dibe û Erdogan jî bi berjewendiyên demkurt tevdigere û wiha got: "Neteweya ku Bahçelî pêşbîniya wê dike, dixwaze fermaneke mêtingeriyê ya dilxwaz pêk bîne. Yanî dixwaze Kurdên ku demekê bi zorê hatin mêtingehkirin, vê yekê bi dilxwazî êdî qebûl bikin."
‘PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKEK BINGEHÎN E’
Turkyilmaz da zanîn ku bi pergala serokomarê partiyî êdî rola meclîsê kêm bûye û wiha axivî: “Eger li Meclîsê îrade nebe, eger destûra bingehîn nebe, ev nîqaş bi tenê formalîte ne. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Em behsa pirsgirêkên trafîkê nakin. Ev mijar pêwîstî bi nêzîkatiyeke cidî heye.”
Turkyilmaz ji bo aştiyeke mayînde bal kişand ser pêwistiya hişê dewletê yê stratejîk ê û wiha got: "Gavên însanî yên mîna serbestberdana girtiyan girîng in. Lê belê ji bo aştiyeke mayînde divê aqlê dewletê yê stratejik hebe. Desthilatdariya heyî ne xwedî kapasîteyeke bi vî rengî ye."
MA / Firat Can Arslan