Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû

  • rojane
  • 10:50 29 Gulan 2025
  • |
img
 
AMED - Rojnameger Yelda Çîçek ku jinûve hate darizandin, beraet bû. 
 
Rojnameger Yelda Çîçek ku dema di 21’ê Tebaxa 2019’an de li Amedê çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman dişopand hatibû binçavkirin û der heqê wê de bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” doz hate vekirin. 
 
AYM’ê ji ber cezayê bi heman sûcdariyê hatiye dayin, biryara binpêkirinê da.  Piştî biryara binpêkirinê, danişîna doza Yelda Çîçekê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Yelda Çîçek di danişînê de amade bû. 
 
Yelda Çîçek got ku parastinên xwe yên berê dubare dike û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe pêşkeş kir û daxwaza beraetê kir. Dadgehê, biryara beraetê da.