Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 10:04 13 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malanên li Mêrdîn, Edene û Colemêrgê de gelek kes hatin binçavkirin.

 
Polîsên tîmên taybet îro di danê sibehê de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi ser malekê de girtin. Hat zanîn ku têkildarî protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di vê çarçoveyê de bi ser malê de hatiye girtin. 
 
Di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Abdurrahman Gezer hate binçavkirin. Di dema binçavkirinê de destên Gezer ji pişt ve hatin kelemçekirin û endamên malbatê jî bertek nîşan dan. Hat zanîn ku polîsan endamên malbatê derb kirin. Gezer, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. 
 
EDENE
 
Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê jî polîsan di serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Hat zanîn ku welatî ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Nedîm Taş, Ferhat Kayran, Dogan Batur û Necat Eşîm.
 
COLEMÊRG
 
Îro di danê sibehê de li Colemêrgê jî bi ser malan de hate girtin û gelek ciwan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwan bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. 
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Nazmî Kaplan, Hizir Akbulak, Cahfer Akbulak û Alî Yîgît.