NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Aştiyê Rewşan Doner ku her sal bi rojiya 15'ê Sibatê komploya li dijî Abdullah Ocalan şermezar dike got: "Di sala 2025'an de yên ku 15'ê Sibatê ji bo me kirin 'Roja Reş' wê winda bikin."
Komploya navneteweyî ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê wekî "komploya herî mezin a sedsala 21'ê" pênase dike, ket sala 26'an. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de dema ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, komploya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kir û heya 15'ê Sibata 1999'an ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, dewam kir. Kurd, komloya li dijî Ocalan wekî "Roja Reş" bi nav dikin. Ji ber vê welatî her sal roja 15'ê Sibatê reş girêdidin û rojî digirin.
Dayika Aştiyê Rewşan Doner (51) yek wan kesan e ku 26 sal in li dijî komployê têdikoşe. Rewşan Doner ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye. Di salên 1990'î de dema ku gund hatin şewitandin koçî Stenbolê kir û bi salan e li vir dijî.
BERXWEDANA LI DIJÎ KOMPLOYÊ
Rewşan Doner diyar kir ku di dema komployê de ew li Stenbolê bûye û wiha got: "Me danê sibê li televizyonê guhdarî dikir. Mîna ku ava cemidî bi ser me hemû kurdan bê wiha bû. Ez jî yek ji wan kurdan bûm. Min bawer nedikir. Yên ku wê demê gundên wan nû hatin şewitandin, bi kurtasî hemû kurd gelek bi azwerî û bi hêrs bûn. Em bi vê wesîleyê kesên ku destê wan di vê pêvajoyê de hebû û komploya navneteweyî ya bi Tirkiyeyê re pêk anîn şermezar dikin."
Rewşan Doner da xuyakirin, ku di pêvajoya komployê de hêrseke mezin derketiye holê û got: "Di salvegera darvekirina Şêx Seîd de bi zanebûn xwestin Rêbertî îdam bikin. Devlet Bahçelî ku dest bi gengeşeyên li ser vê pêvajoya nû kir jî got, 'divê bê darvekirin'. Lê belê bi berxwedan û têkoşîna gelê kurd darvekirinê rakir. Rêbertî bi vî awayî hat heya vê heyamê."
Rewşan Doner anî ziman ku kurd bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û çalakiyên “Tu Nikarî Roja Me Tarî Bikî” ya li girtîgehan wekî mînaka vê rewşê nîşan da û got: “Gelê kurd li dora Rêbertiyê xelekek ava kir. Kurdan got, 'Em li dora Rêbertî xeleka ji agir in. Em rê nadin ku zerar bigihê Rêbertî.' Kurdan got, 'Hûn nikarin Roja me tarî bikin'. Halît Oral dest bi çalakiya xweşewitandinê kir. Piştre li hemû welatan belav bû. Em bejna xwe bi rêzdarî li ber wan ditewînin. Ji bo tenduristî û parastina Rêbertî û ji bo ku bi her awayî alîkariya wî bikin ev çalakî pêk anîn.
DI HER 15'Ê SIBATÊ DE ROJÎ DIGIRE
Rewşan Doner anî ziman ku hê jî tê xwestin ku komplo bi awayên cuda berdewam bike û wiha got: "Ev komplo hê jî didome. Yên ku di sala 2025'an de 15'ê Sibatê ji bo me veguherandin 'Roja Reş' wê winda bikin. Em bi hêvî ne ku vê 15'ê Sibatê bibe sala wekhevî, aştî, azadî û demokrasiyê. Em ji bo wê rojê pir bi hêvî ne. 15'ê Sibatê rojeke pir giran e. Ez bi xwe jî her sal di 15'ê Sibatê de rojî digirim. Lê înşele em ê îsal vê rojê wekî cejnekê pîroz bikin."
BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ PROTESTO KIR
Yek ji dayikên ku di pêvajoya komployê de dest bi greva birçîbûnê kiriye Sidika Erden e. Sidika Erden a li Şirnexê dijî jî got: "Wan rojan li kolanan û li sûkê tu kesî nedidît. Yên ku derdiketin ji rewşê haydar bûn. Yên derneketibûn derve ji ber xemgîniyê nedikarîn derkevin derve. Dema em derdiketin me meraq dikir ka atmosfer çawa ye. Her malek dest bi greva birçîbûnê kir û me 4 rojan li ser banê malê laçika reş girêda. EM her carê 4 kes diketin greva birçîbûnê. Hê jî em di bin bandora wê rojê de ne."
Sidika Erden anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde pêk were, divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û got: "Eger azadiya wî ya fizîkî pêk were, em ê hemû di nava aştiyê de bin. Ev ne tenê ji bo me, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê wê veguhere cejnê. Niha tevahiya Tirkiyeyê çav û guhê xwe li Îmraliyê ye, em ê bi hev re bigihêjin nasnameya xwe û zimanê xwe û em ê bi hev re bigihên jiyana azad."
Sidika Erden wiha dewam kir: "Îsal wê bibe destpêka azadiyê û em ê azadiya ku em li benda wê ne bijîn. Birêz Abdullah Ocalan wê azadiya fizîkî jî bi dest bixe. Mebesta min ev e ku em di wê baweriyê de ne ku îsal dê aştî pêk were. Em aştî û azadiyê dixwazin. Wekî ku em her tim dibêjin, em tenê aştiyê dixwazin. Em dixwazin bigihên birêz Abdullah Ocalan û zarokên xwe. Êdî bes e ji van êşan re e. Hemû zarokên me ne."
MA / Omer Îbrahîmoglû