65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin

  • rojane
  • 16:09 31 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya 65 rewşenbîrên Sûriyeyî ji bo Kurdan çareseriya nenavendî çêbibe kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. 
 
Ji dîaspora û Sûriyeyê gelek nivîskar, parêzer, aktîvîstên mafên mirovan û fîlmçêkeran piştgirî dan metna kampanyayê ku tê de bi taybetî qala meseleya Kurd dike.
 
Li gorî nûçeya AFP'ê; di metnê de tê destnîşankirin ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re di çarçoveya pergaleke nenavendî ya rêveberiyê de pirsgirêka Kurd bi rengekî wekhev bê çareserkirin.
 
DAXWAZA MAFÊN BINGEHÎN Û AZADIYÊ
 
Îmzekaran destpêkê ji bo azadiya îfade, civîn û baweriyê, ji bo jinûve avakirina azadiya cemaweriyê ya bingehîn, mafê avakirina sendîka û partiyên serbixwe, daxwaz kirin.
 
Di daxwaznameyê de hate ragihandin ku divê sîstemeke siyasî bê avakirin ku gelê Sûriyeyê di oxira wê de rabû ser piyan û bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo dema derbasbûnê jî banga qebûlkirina destûra bingehîn a nû hate kirin ku azadiyê û hilbijartina meclîsa damezrîner a li gorî qanûna hilbijartinê ya wekhev bê pejirandin.
 
Nivîskar Faruk Mardam Bey, Samar Yazbek, Mustafa Halife û Yasin El Hac Salih fîlmçêker Hala Abdullah û Waad el-Kataib jî ji îmzekarên kampanyayê ne.
 
Kampanya dewam dike.