Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand

  • rojane
  • 14:36 30 Çile 2025
  • |
img

SÊRT - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Kemal Kizilkaya, servîsên ji bo veguhestinê ji Şaredariya Misircê re hatibûn şandin jê stand. 

Waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm li Şaredariya Sêrtê hate tayînkirin. Qeyûm Kizilkaya, 2 servîsên veguhestinê ku rêveberiya DEM Partiyê ji bo pêdiviyên gel ji Şaredariya Misircê re şandibû, jê stand. Qeyûm, biryar da ku otobûs ji şaredariyê bên standin. 
 
HEVŞAREDAR BERTEK NÎŞAN DA
 
Hevşaredarê Misircê Alî Riza Bîngol bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Ev wesayît 5 meh berê ji bo pêdiviya gel hatibûn şandin. Me ji bo başkirina xizmeta veguhestinê ev wesayît bi kar tînan. Ev biryar dê bandoreke neyînî li xwendekaran û zarokan bike. Bi taybet jî zarokên serê sibehê diçin dibistanê dê zehmetiyê bikêşin. Ev yek, mudaxilekirina mafê veguhestinê yê gel e. Lê em ê di demekî herî nêz de otobûsên nû bînin û xizmeta xwe bidomînin.” 
 
MA / Fethî Balaman