Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 15:57 29 Çile 2025
  • |
img

EDENE - Xwişka Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya berê Fîgen Yuksekdag, Saniye Yuksekdag jiyana xwe ji dest da. 

Xwişka Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag, Saniyê Yuksek Dag ji ber xwîn ji mîdeyê çû jiyana xwe ji dest da. Xizmên Saniye Yuksekdag ku 3 rojan agahî jê negirtin, agahî dan polîsan.
 
Li ser agahdariyê, polîs û tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Komên tenduristiyê mudaxileya ewil kirin û hat zanîn ku Saniye Yuksekdag 3 roj berê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Saniye Yuksekdag ji bo otopsiyê rakirin Morga Tipa Edlî ya Edeneyê.
 
 
 Hat diyarkirin ku Saniye Yuksekdag dê sibe li Ceyhan a Edeneyê bê definkirin.
 
BAV, KEK Û BIRAYÊ XWE WINDA KIRIBÛ 
 
Fîgen Yuksekdag dema di girtîgehê de ji ewil bavê xwe Mevlut Yuksekdag û birayê xwe Necmî Yuksekdag, piştre jî kekê xwe Refet Yuksekdag winda kiribû.