Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin

  • rojane
  • 13:09 29 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter ên li ser Zirgan û Bendava Tişrînê didomin. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter gundên Til El Werîd û Rebîatê yên bajaroka Zirganê bombebaran kir. Têkildarî encamên bombebaranê tu agahî nehatin bidestxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di encama bombebarana duh a li dijî gundê Um Hermelê de ji heman malbatê zarokek jî di nav de 3 kes hatin qetilkirin û 8 kes jî birîndar bûn. 
 
Her wiha derdora Bendava Tişrînê ku çalakiya nobetê lê didome jî hate topbarankirin.