Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin

  • rojane
  • 15:38 27 Çile 2025
  • |
img

XARPÊT - Bi daxwaza naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Depê daxuyanî hate dayin. 

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Rojava re statu ji bo gelan azadî” de ku bi daxwaza naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, li navçeya Depê ya Xarpêtê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat dayin û gelek partiyî tev li bûn. 
 
'DIVÊ JI BO ÎRADEYA GEL RÊZGIR BIN’ 
 
Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê yê Xarpêtê Îskender Şîmşek bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Şîmşek, got: “Aştî û edalet, tenê bi wekheviya gelan pêkan e. Divê tavilê aştiyeke ku gelê Kurd û gelên din xwedî heman mafan pêk bê. Heta polîtîkayên şer neyên terikandin ne li Sûriyeyê ne jî li Tirkiyeyê mimkin nîne.” 
 
Şîmşek, axaftina xwe wiha qedand: “Divê tavilê komkujiyên li ser Rojava bên sekinandin. Divê polîtîkayên şer bên terikandin. Divê ji bo îradeya gelan rêzgir bin û ji bo pergaleke ku hemû gel xwedî mafên wekhev, pergaleke aştiyane gav bên avêtin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.