Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana li dijî tecrîdê’ derket
- jin
- 10:30 11/2/2024
Esme Samî ku ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha reş girê dide, got: "Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin."
Çawişê pispor M.C. li Xarpêtê jina bi navê Burcu Demîr bi çekê qetil kir.
T.Y. yê ji girtîgehê bi destûr derket, Ozlem Şimarik a dest ji hev berdabûn qetil kir. T.Y. piştî cînayetê reviya.
Jinên efxan bertek nîşanî tevlibûna Talîban a civîna dema pêş ji aliyê NY’yê ve were kirin dan. Jinan destnîşan kirin ku ev rewş Talîban rewa dike û NY hişyar kirin.
Jinên Botanê yên ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Li dijî tecrîdê yekane çare berxwedan e. Encama berxwedana me dê bi heybet be."
Danişîna doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin. Di dosyayê de tenê Zeynep Boga girtî tê darizandin û bi hinceta “gumana revê heye” nehat darizandin.
Sakîne Demîr hezar û 582 kîlometreyan ji dûr hat û Meşvanên Azadiyê li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin pêşwazî kir. Demîr, wiha got: "Wijdana min qebûl nekir. Min deriyê xwe qilf kir, hatim vê derê û tev li vê meşê bûm. Ev meş ji bo min pir bi wate ye. Heke tecrîd rabe dê aştî jê çêbibe."
Jin bi Hev re bi Hêz in, di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de kom bûn û gotin: “Em ne tenê dixwazin bijîn, em jiyanek mirovî dixwazin Em ji bîr nakin, em efû nakin."
Jinên di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê de li ber Abîdeya Mirovahiyê hatin cem hev û bi mûm û pankartên di destên xwe de meşeke bêdeng li dar xistin û gotin, "Em ê ji bîr nekin, efû nekin, em ê li ber xwe bidin."
Dayikên Aştiyê yên li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digirin, diyar kirin ku dixwazin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutleq de agahiyekê wergirin.
Kovara Jînê vê hefteyê bi manşeta “Jin, zarok, astengdar.. hêj di bin kavilên ranta we de ne” derket.
Li herêmên erdhejê hêj jî birînên gel nehatine pêçandin û li hêla din jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku li dijî vê rewşê tişta divê ji ewilî bê kirin xwe birêxistinkirin e.
MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha çileyê de jî jinên rojnameger hatine darizandin û hat ragihandin niha 9 jinên rojnameger ji ber xwestine karê xwe bikin, di girtîgehan de tên girtin.
Li gorî rapora meha çileyê ya KCDP’ê 31 jin hatin qetilkirin, ji van 21 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.