Li Efxanistanê helwesta hebûnê: Têkoşîn
- jin
- 09:51 19/11
Jinên li Efxanistanê, bi rêbazên têkoşînê yên ku li dijî rejîma Talîbanê pêş dixin, dev ji berxwedanê bernadin. Pashtana Durranî got: “Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Ne zilamên li derdora me, ne civaka gerdûnî û ne jî aktorên navneteweyî, divê em bibin xilaskarên xwe.”
