‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’
- jin
- 15:22 03/11/2017
Prof. Dr. Alev Ozkazanç, di konferansa “Derfet û Bilindbûna Femînizma Kûrewî ya Nû” de axivî û wiha got: “Êrîş li ser destkeftiyên jinan û femînîzmê hene.”
Prof. Dr. Alev Ozkazanç, di konferansa “Derfet û Bilindbûna Femînizma Kûrewî ya Nû” de axivî û wiha got: “Êrîş li ser destkeftiyên jinan û femînîzmê hene.”
TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, dê di 11’ê Mijdarê de li Amedê mitînga “Dê azadî qezen bike” li dar bixe. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca banga tevlîbûnê li jinan kir û got: “Dê jin bi reng û tilîliyên xwe azadiyê biqîrin. Ocalan tekane mifteya aştiyê ye. "
Piştî tayînkirina qeyûman a di 4'ê Mijdarê de li dijî HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî hatin destpêkirin. Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca got ku "Di 4'ê Mijdarê de jina azad hedef girtin" û Tuba Hezer a ku wekîltiya wê hat xistin jî aşkera kir ku siyaset bi rengê mêr hatiye xemilandin.
Endama MYK’ê ya Jinan a CHP’ê Perîhan Yardimci, dest nîşan kir ku qanûna miftîtiyê ya AKP'ê û MHP'ê di Meclîsê re derbaskirin, dê bandorek neyînî li hemû jinan bike û xwest pêşeroja jinan nekeve destê miftiyan.
Pîrebokên Kampusê, dê bi şîara “Ne koletî, îsyan heye” di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de çalakiyên cûda li dar bixin.
Jinên dibin sîwana Meclîsa Jinên Îzmîrê de kom bûn, xwe ji bo 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî amade dikin. Endama Meclîsa Jinên Îzmîrê Sanem Denîz Kural, diyar kir ku bi çalakiyên bihêz dê êrîşên li ser jinan vala derxin.
Şaredariya Rezanê, xwest Bazara Semtê ya Jinan a Jiyanê ji zilaman re jî veke. Lê jinan bertek nîşanî vê yekê dan. Jinên di bazarê de dixebitin, diyar kirin ku zabitayên şaredariyê bi armanca çavtirsandinê ceza li wan dibiri û bazarvanên zilam bi kêr û satorê êrîşî wan kirin.
Bazara Jiyan a Jinan ku şaredariya Rezan ava kiribû, dixwazin mêran jî tev li bazarê bikin. Jin meşiyan şaredariyê û xwestin vê yekê şermezar bikin. Rojnamegerên xwestin vê yekê bişopînin, rastî gefên xebatkarên şaredariyê hatin.
Hevşaredarên DBP'î yên Qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û ji kar hatin dûrxistin, bal kişandin ser talankirin û wêrankirina qeyûman û wiha gotin: "Bi taybetî xwestin jin xizmeta mêr bike. Em dê li dijî feraseta jina kole ku tê ferzkirin, hişmendiya jina azad bêtir xurt bikin û mezin bikin.
Li Taxa Xumar a navçeya Şaxê jinên ku ji niha ve amadekariyên zivistanê dikin, li Çiyayê Sukut û Newala Şaxê bi dasê darên hişk jêdikin û kom dikin.
Jinên HDP û DBP'î di yekemîn salvegera tayînkirina qeyûman a rêveberiyên herêmî de, li ser rola jinê û qeyûman komxebtek amade kir. Di komxebatê de Besîme Konca ya HDP'î axivî û da zanîn ku hişmendiya jinê ya di xebatên şaredariyê de bi ser ketiye, ji ber wê ew dîl hatine girtin.
Pêşmergeyên PDK'ê ewil li dijî êrîşên DAIŞ’ê Şengal terk kirin û reviyan, cara duyemîn jî li dijî êrîşên Heşdî Şabî şengal terk kirin û reviyan. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico, diyar kir ku PDK dixwaze êzîdiyan bi birçîbûnê terk bike û wiha got: "Em li dijî terkkirina pêşmergeyên PDK'ê ya duyemîn şaş nebûn. Em êdî bi hêza xwe ya xweser xwe diparêzin."
Şervana YJŞ'ê Bêrîvan Arîn a ji bo tola jinên Êzidî rake çû paytexeta DAIŞ’ê ya Reqqayê û şer kir, diyar kir ku berî fermanê jinên Êzidî jiyanek zor dijiyan û wiha axivî: “Qedr û qîmetê jinan tune bû. Ji bo me bi ramanên Rêber Apo bihêzkirina jinên Êzidî, pîvana herî serekeye. Êdî em dixwazin pêşiya fermanan bigirin."
Denîz Akil piştî hat îxrackirin, bi jinan re hatin gel hev û atolyeya xwarinê ava kirin. Akil aşkera kir ku bi îxracan jinan re wan di malan de hepis dikin. Akil da zaîn ku pitî atolyeyê dê kooperatîfê ava bikin û wiha got: "Em ê têkiliya bi marketan re daxin asta herî jêr û aboriya xwe ya navxweyî ava bikin."
Endezyar Alev Şahîn a bi KHK'ê hat îxrackirin, 180 roj in di çalakiyê de ye û dixwaze vegere karê xwe. Şahîn a ji ber di çalakiyê de ye rastî êrîşan tê got ku "Em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar gavan paşve neavêjin."