Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû

  • jin
  • 19:20 28 Gulan 2025
  • |
img

AMED - Jinên ku di rûniştina dawî ya Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivîn, diyar kirin ku jinên Kurd li her derê li ber xwe didin û gotin ku têkoşîna jinên Kurd jib o hemû jinên cîhanê bûye mînak. 

 
Roja ewil a 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ya bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” tê lidarxistin, bi sê rûniştinan bi dawî
 
Moderatoriya rûniştina dawî ji aliyê Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ve hate kirin. Di rûniştinê de axaftina destpêkê ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Çaglar Demîrel ve hate kirin. Çaglar Demîrel, bal kişand ser berxwedana jinan a dîrokî û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heya jin azad nebin, civak jî azad nabe”. Çaglar Demîrel da zanîn ku vê felsefeyê bingeha têkoşîna wan ava kiriye.
 
Çaglar Demîrel diyar kir ku di siyasetê de ew hem li dijî zexta dewletê hem jî li dijî zexta zîhniyeta mere serdest têdikoşin û got: “Jinên Kurd bes ne li Meclisê, di nava gel de jî dixebitin. Em li ku bin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Çaglar Demîrel di dewama axaftina xwe de mînaka cenazeyê Dayika Taybet ku di pêvajoya şerê di navbera salên 2015-2016’an de bi rojan li derve hate hiştin, nîşan da û got ku ev yek nîşaneya êrîşên sîstematîk ên li ser jinên Kurd e.
 
‘JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYA ME YA JIYANÎ YE’
 
Çaglar Demîrel piştre bal kişand ser siyasetmedarên jin ên ku hatine girtin, qetilkirin û sirgûnkirin û anî ziman ku jinên li derveyî welêt jî têkoşîna xwe li Ewropayê didomînin.  Çaglar Demîrel banga yekitiya neteweyî kir û got: “Ger li Bakur êrişek pêk were divê Başûr, Rojava û Rojhilat bê deng nemînin. Jin dikarin bibin pêşengên vê yekitiyê.” Çaglar Demîrel, di dawiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Felsefeya birêz Ocalan ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeya me ya jiyanî ye. Divê em li hemû qadan vî dengî bilind bilind bikin.”
 
‘TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BÊYÎ JINAN NABE’
 
Endama Partiya Sosyalîst a Kurdistanê û parlamentera berê Nesrîn Muhammed Salih jî axivî. Nesrîn Muhammed Salih tecrûbeyên xwe anîn ziman û got ku aştî û azadî bes dikarin bi tevlibûna jinan a çalak pê k werin û got: “Hemû xebatên ku wê ji bo jinan werin kirin divê xwe bispêrin azadiyê.”
 
‘JINAN ROLÊN MEZIN GIRTIN SER MILÊN XWE’
 
Yek ji beşdarvaneke din Necîbe Latîf jî bal kişand ser pêvajoya ku bi banga Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kir ku jinên Kurd hem di siyasetê de hem jî di têkoşîna civakî de rolên çalak girtine ser milên xwe û got: “Jin bi salan e di partiyên li Başûr de jî  ji bo azadiya gelê Kurd dixebitin. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye.”
 
Her wiha Necîbe Latîf da zann ku ew di xebatên Îslamî de jî cih digire û qala xebatên xwe yên têkildarî xizmetkirina gelê Kurd kir.
 
ROJA DUYEMÎM WÊ KOMXEBAT WERIN LIDARXISTIN
 
Piştî axaftinan, roja ewil a konferansê bi beşa pirs û bersivê bi dawî bû.  
Di roja duyemîn a konferansê de dê atolye bên lidarxistin.