AMED – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di meşa "mafê hêviyê" de axivî, got: "Mafê Hêviyê mifteyek girîng e ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk."
Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya "Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Amedê ber bi Oryilê ve meşiya. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgün Ûçar, parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.
Girseya gel li ber girtîgehê kom bû û li ber stranên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine nivîsandin, dest bi meşê kir. Meşa ku pankartên "Ji bo aştiyeke mayînde ji rêbertî re azadî" û "Azadî hevî ye, hevî li Îmraliyê yê", "Jin li ber xwe didin, aştî gel dibe", "Me hebûna xwe bi dest xistiye, em têkoşîna azadiyê dimeşînin" hatin hilgirtin. Girseyê di tevahiya meşê de bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Silav silav hezar silav li Îmraliyê", "PKK gel e, gel li vir e", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Girseya gel bi çepik, dirûşme û posterên mezin ên Abdullah Ocalan gihîşt Oryilê û meşê li wir bi dawî kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo axaftinê çû ser otobusê. Di vê kêliyê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi otobusê ve hat daliqandin. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê ku li vir axivî, got: "Ji bo kesên ku rê nedan dirûşmeyên ji bo birêz Ocalan û posterên wî qebûl nakin, ji bo kesên ku barîkatan ava dikin, em dibêjin: Em destên her dayikên xwe yên ku van pankartan hildigirin maç dikin; ew pir bi qîmet in. Gelê me, dayikên me, ciwanên me û jinên me yên ku xwedî li îradeya xwe derdikevin û yên ku ji nîşanên serketinê hêzê digirin, dibêjin, 'Çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê mimkun e, birêz Ocalan aktorê sereke yê çareserkirina vê pirsgirêkê ye.' Divê kes ji vê meşê netirse. Ev meş, meşek e ji bo bidawîkirina êşên li vî welatî. Divê kes ji vê meşê netirse. Ew meş, meşek e ku bi têkoşîna dayikên ku zarokên xwe windakirine çêbûye. Ev meş meşek e ku dê têkoşîna li Rojavayê xurt bike."
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê destnîşan kir ku nêzîkî salek di ser pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dest pê kiriye re derbas bûye û got: "Ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta roja îro, tevgera kurd û çareseriya birêz Ocalan qet bi dawî nebûye. Birêz Ocalan derfetên di destê xwe tevî gelê xwe û rêxistina xwe, terikandin. Ew nîqaş dikin ka gelo bi birêz Ocalan re di komîsyoneke ku li Meclisê hatiye damezrandin de bicivin yan na. Ev komîsyon, bi israr û îradeya birêz Ocalan hatiye damezrandin. Tişta herî girîng ku ji bo pêşveçûnê were kirin, hevdîtina bi birêz Ocalan re ye. Partiyên siyasî yên ku berê nedihatin cem hev, bi vê komîsyonê re hatin cem hev. Di çareseriya dîrokî ya pirsgirêka kurd de her kesî mafê gotinê wergirtiye. Divê ew vê yekê teqdîr bikin."
MAFÊ HÊVIYÊ
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser "mafê hêviyê" û got ku ev welat dê bi pêkanîna "mafê hêviyê" bigihê azadiya xwe. Çîgdem Kuliêgun Ûçarê got: "Birêz Ocalan dibêje, em nebêjin 'mafê hêviyê', em bejin rêgeza hêviyê. Mafê hêviyê hiqûqî ye, lê di heman demê de jî siyasî ye. Em di serdemeke nû de ne. Mafê hêviyê ji bo pêkanîna entegrasyona demokratîk mifte ye. Ji bo jiyana bihevre ya hemû gelan pêngaveke girîng e."
Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser berxwedana girîng a li Kurdistanê û got ku divê komîte îro an sibê biryara xwe ya der barê "mafê hêviyê" de eşkere bike. Çîgdem Kiliçgun Ûçarê wiha domand: "Divê ev biryar piştgiriyê bide demokrasiya Tirkiyeyê. Ew nîşaneya normên ku pêşeroja vî welatî li ser wan ava dibe ye. Em hewceyê serdemeke nû ne ku parastina azadî, edalet û serdestiya hiqûqê ne sûc be. Navê wê serdema nû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Aktorê wê yê pêşeng Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e."
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.