STENBOL - Têkildarî rûxandina goristanên li Kurdistanê bi navê “Hey Hawar” belgefîlmek hat kişandin. Derhênerê belgefîlmê Caner Dara got ku bi texrîbkirina goristanan re tê xwestin ku bîra gelê Kurd were tunekirin.
Rûxandina goristanan a li Kurdistanê, bû mijara belgefîlma “Hey Hewar”ê. Belgefîlm, di çarçoveya Projeya Ciwanan a Navenda Bîrê ve hatiye amadekirin. Belgefîlm, rûxandina gora Suleyman Aksu digire dest ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de hatibû qetilkirin. Di dema daxuyaniya li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê de êriş hate kirin û 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Yek ji wan ciwanan jî mamosteyê Ingilîzî Suleyman Aksu yê ji Gever a Colemêrgê bû. Gora Aksu, heta niha herî kêm 7 caran hatiye rûxandin û belgefîlm jî vê mijarê digire dest. Di çarçoveya amadekariyên belgefîlmê de, têkildarî goristanên di navbera salên 2015 û 2024’ê de li Kurdistanê ji hêla leşker û polîsan ve hatine rûxandin lêkolîneke berfireh hate kirin. Piştî xebatan jî, serî li nêrînên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), sziyên civaka sivîl û parêzeran hate dayin. Di belgefîlmê de têkildarî gorên hatine rûxandin dîmenên balkêş hene. Têkildarî asta êrişan, di belgefîlmê de cih da rapora “Goristan û Kêlên Kurdan ên Dewleta Tirk Rûxandî” ku ji hêla Çavdêriya Edaletê ya Mezopotamyayê (MOJUST) ya navenda wê Swîsreyê ve hatiye amadekirin.
'POLÎTÎKAYA BÊBÎRHIŞTINÊ’
Belgefîlm dê di demekî nêz de were weşandin. Derhênerê belgefîlmê Caner Dara, diyar kir ku demekî dirêj e li Kurdistanê polîtîkaya “tundiya li ser miriyan” tê meşandin û got: “Li vir hem li ser goristanan hem jî li ser miriyên destûr nehatiye dayin bên definkirin, tundiyek heye. Ev, êdî veguheriye polîtîkayeke berbiçav. Li Geverê gelek caran êriş birin ser goristanan. Dema cenaze tên bi rehetî nayên definkirin. Piştî definkirinê nav li ser goran nehatin nivîsandin anku goristan nehatin çêkirin. Min xwest li ser vê bixebitim. Li Navenda Bîrê min xwest li ser bêbîrhiştinê bixebitim. Ji ber ku li Kurdistanê polîtîkaya bêbîrhiştinê heye. Bi êrişkirina goran re dixwazin tiştên dizanin jî ji bîr bikin. Bi vê xebata xwe min hewl da li dijî dijî polîtîkaya bêbîrhiştinê, bîrê ava bikim.”
'LI SER NASNAMEYA KURDÎ ÊRIŞ HENE’
Dara, anî ziman ku polîtîkayên bêbîrhiştinê ji serdema Şêx Seîd heta niha didomin û axaftina xwe wiha qedand: "Lewma ew jî bêgor hiştin. Di Komkujiya Zîlanê de bi derketina gorên komî jî ev yek armanc kirin. Ji bo projeyê çûm Goristana Taxa Ormanê ya Geverê û min bihîst ku goristan gelek caran hatiye rûxandin. Gora Suleyman Aksu û 11 PKK’iyan li vir hatin texrîbkirin. Li wir her wiha êrişî nasnameya Kurdan dikin. Ji ber ku bi van êrişan dixwazin bîra Kurdan tune bikin. Piştî gelek caran gora Aksu rûxandin, bi malbata wî re axivîm û me dest bi belgefîlmê kir. Têkoşîna malbatê jî di belgefîlmê de cih digire. Dayika wî demekî dirêj li ser gora wî nobet girt. Malbatê serlêdana sûc kir lê encamek jê derneket. Ev belgefîlm, her wiha bangekî edalet û hevrûbûnê ye.
Bi kêlê şikestî re nikarin aştiyê ava bikin. Divê bi vê rastiyê re hevrû bibin. Divê li dijî van êrişan, bi berxwedanê bersiv were dayin. Heke gor bên rûxandin jî divê tavilê yên nû bên çêkirin. Ji ber ku goristan, qadên bîra civakê ne û divê bên parastin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû