NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê ragihand ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêrazorê êrişî hêzên wan kirine.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê êrişî hêzên wan kir. HSD’ê da zanîn ku di roja 14’ê Îlonê saet di di 09.00’an de, hêzên wan ên ku li qeraxên çemê Firatê li nêzîkî Pira El Işara li bajarokê Dirinc li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi cih bûbûn, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ve, rastî êrişeke rasterast hatin. Komên çekdar hin qaçaxçî ji çem derbas dikirin.
HSD’ê, diyar kir klu hêzên wan tevdîrên pêwîst girtin û bersiva êrişê da û got: “Heta dema amadekirina vê daxyaniyê jî ev geşedan hîna berdewam bû. Em, HSD’ê pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne. Em diyar dikin ku hikûmeta Şamê berpirsyara vê êrişê ye, her wiha endamên wê rê li ber karên qaçaxçîtiyê vedikin, ku dibe sedema xerakirina aramiya herêmê.”