STENBOL - Beriya hevdîtina DEM Partî û CHP’ê, dorpêça polîsan a li ser avahiya rêxistina CHP’ê ya Stenbolê ya berê ku weke ofîsa xebatê ya Ozgur Ozel tê bikaranîn, hate rakirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, dê îro biçin serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel. Serdan, dê li avahiya rêxistina CHP’ê ya Stenbolê ya berê ku weke ofîsa xebatê ya Ozel tê bikaranîn, were kirin.
Beriya serdanê, dorpêça polîsan a li ser avahiyê hate rakirin. Qeyûm Gursel Tekîn nehatibû avahiyê û du kesên din ên ji şandeya qeyûm jî ji wir derketin. Lê piştre dîsa vegeriyan. Hat zanîn ku li hundir û derveyî avahiyê kêmek polîs hene.
OZGUR OZEL HAT OFÎSA XEBATÊ
Ozgur Ozel, saet di 14.35’ê de hate Ofîsa Xebatê. Serokê CHP’a Stenbolê Ozgur Çelîk jî bi Ozel re bû.