Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir

  • cîhan
  • 14:13 10 Îlon 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Sendîkayên Herêma Dundeeyê yên Skoçyayê têkildarî “Mafê hêviyê” ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name şand û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir. 
 
Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott li ser navê saziya xwe têkildarî “Mafê Hêviyê’ ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand. Arnott, bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15’ê Îlonê de têkildarî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi taybetî jî têkildarî “Mafê Hêviyê” bicive.
 
Nameya Mike Arnott wiha ye: 
 
“Di sala 199’an de Abdullah Ocalan hate revandin, li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate rehîngirtin û li vir ji aliyê dadgheke leşkerî ya taybet ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di gel ku di sala 2002’yan de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayî wî veguherandin cezayê muebbeda girankirî, anku veguherandin cezayê hefsê yê muebbedê ku îxtîmala wê ya tehliyeya bi şert tune ye. Ev cezayê hefsa muebbeda girankirî ku beriya wê di pergala cezayî ya Tirkan de qet nehatibû bikaranîn, tê fêmkirin ku bi taybetî ji bo Ocalan anîne lê belê piştre heman ceza bi sedan girtiyên siyasî hate birîn. 
 
DIVÊ MÊKANÎZMAYÊN JI BO BERDANA OCALAN BÊN AVAKIRIN
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) du caran (2003/2005 û 2014’an) biryarên şermezarkirina ku dewleta Tirk mafên Ocalan binpê kirine, da. Lê belê dewleta Tirk heya roja îroyîn têkildarî bicihanîna van biryaran tê pêngav neavêtine. Bi taybetî jî tişta girîng, biryara ku Dadgehê di sala 2014’an de daye ya têkildarî binpêkirina qedexeya cezayê hefsa muebbedê yê dermirovî û îxtîmala tehliyeya bi şert tune ye û miameleya biçûkxistinê û ji bo naskirina ‘Mafê hêviyê’ pêkanîna reformên yasayî yên eleqedar e. Ev yek di sepanê de tê wateya ku doza Ocalan jinûve were lêkolînkirin û mekanîznayên ji bo derfeta tehliyeyê werin avakirin.
 
KOMÎTE BILA BÊDENG NEMÎNE
 
Komîteya Wezîran di Îlona sala 2024’an de, têkildarî doza Ocalan civînek li dar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Sekreterya hate erkdarkirin ku heke Tirkiye di nava salekê de biryara Dadgehê bi cih neîne, amadekariyên tevdîrên werin girtin bike. Di mehên havînê de Tirkiyeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî di nav de ew ê ji bo girtiyên ku cezayê hefsa muebbeda girankirî lê hatine birîn, ‘Mafê hêviyê’ nas bike. Rewş êdî gelekî aşkera ye û dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye.
 
OCALAN SERMUZAKEREVANÊ PÊVAJOYÊ YE
 
Weke sermuzakerevanê pêvajoya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ berdewam dike û nûnerê rewa yê gelê Kurd,  divê destûr were dayîn ku Ocalan bi awayekî tam beşdarî pêvajoyê bibe û ji ber vê yekê jî were berdan. Serketina vê pêvajoyê, wê ji bo herêmê encamên berfirehtir derxîne holê û ji bo xurtkirina aştî û civakên demokratîk pêşiya pêvajoyên hevşib veke. Di çarçoveya Rojhilata Navîn de ku lê şerên di navbera netewedewletan de her ku diçe zêdetir dibin, israra têkildarî aştî û xwerêvebirina demokratîk, wê ji piraniya krîzên heyî re çareseriyê pêşkêş bike û girîngtir bibe.
 
BANGA BERDANA OCALAN KIR 
 
Em daxwaz dikin ku Komîteya we vê derfetê bi kar bîne û zextê li Hikûmeta Tirkiyeyê bike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Ocalan serbest berde.”
 

Sernavên din

16:55 Li dijî zimanê vederkirinê divê em zimanê aştiyê û rojnamevaniya aştiyê ava bikin'
16:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Ozel
16:11 Emîne Erciyes li Mêrsînê hat bibîranîn
15:35 AYM’ê ji bo cezayê ji ber stranên Kurdî hatibû dayin biryara binpêkirinê da
15:14 Li Reqayê operasyona ‘ewlehiyê’ hat destpêkirin
15:07 Kampanyaya ‘Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ a li Sûriyeyê bi dawî bû
14:39 Meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
14:35 Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hate berdan
14:26 Sazî û parastvanên mafan ji bo berdana Ayşe Gokkanê bang kirin
14:13 Sendîkayên Skoçyayê ji bo Abdullah Ocalan bang li KE’yê kir
13:14 Partiya Çep a Ewropayê têkildarî ‘mafê hêviyê’ name ji KE’yê re şand
13:09 Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin
12:57 Li dijî Macron çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ hate destpêkirin
12:49 Rapora ÎSÎG’ê ya Tebaxê: Herî kêm 194 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:42 Protestoyên li Nepalê didomin: Artêşa daket kolanên paytextê
11:18 Ekolojîstên ku meşiyan Bestayê: Bi têkoşîna rêxistinî em ê bi ser bikevin
11:02 Hiqûqnas Kanar: Êdî hincet neman û divê ji bo ‘Mafê hêviyê’ gavan biavêjin
10:30 Di nava 24 saetan de li Xezeyê 83 kes hatin qetilkirin
10:30 Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê operasyon: 17 kes hatin binçavkirin
10:28 Ji Bestayê çendek nîşe: Bi hesreta 35 salan û bi hêrseke mezin nobet girtin
09:35 Nobeta li Bestayê bi dawî bû: Heta xweza azad dibe dê berxwedan bidome
09:27 Darên cerdevanan birîn di kendalê de avêtin xwarê!
09:18 Nobeta li Bestayê di tevahiya şevê de domiya
09:07 Li ARÎ-DER'ê serlêdanên ji bo Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin
09:06 Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza ku red kir pêşniyazî wezaretê kir
09:05 Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Gilîdaxê
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN
09/09/2025
17:57 Nobeda li Bestayê dest pê kir
16:25 Li Girtîgeha Kirşehîrê serê her saetê bi ser qawîşan de tê girtin
16:13 Di Şandeya Îmraliyê de ji kîjan partiyan dê kî cih bigire?
16:07 Serokwezîrê Nepalê Sharma Oli îstîfa kir
14:55 13 sendîka û rêxistinan ji bo ‘mafê hêviyê’ bang kirin
13:50 EUTCC'ê ji bo ‘mafê hêviyê’ bang li Komîteya Wezîran kir
13:46 Li Şirnexê bang kirin: Aştiyê ji ewil li Cûdî, Gabar û Bestayê bidin destpêkirin
13:37 Bi hezaran sînemagerên navdar biryara boykotkirina saziyên Îsraîlê dan
13:24 Mehmet Durak piştî 30 salan hate berdan
13:20 Li Gabarê kesek mirî hate dîtin
12:08 Prof. Wallis: Ocalan ji bo tevgerên dij-kapîtalîst hêviyê dide
11:52 Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê
11:52 Ozel pirsa têkildarî hevdîtina bi Ocalan re bersivand: Komîsyon dikare nîqaş bike
11:37 Li Nepalê çalakiyên li dijî qedexe û nelirêtiyan didomin
11:25 Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet
11:07 Berdevka DEM Partiyê: Ocalan got ‘tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene’
10:51 Meclisa şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin cara duyemîn civiya
10:43 Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar
10:04 Li Gabarê birîna daran didome
10:00 Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne
09:15 Endamê RTUK'ê Îpekyuz: Divê RTUK weşaneke li ser esasê aştiyê teşwîq bike
09:14 Îdareya girtîgehê sal û nîvek e di pirtûkekê de li Ocalan digere
09:04 Di dema nîqaşên li ser aştiyê de li Mûşê girtîgeh tê çêkirin
09:04 Komîsyona Meclisê dê li rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl guhdar bike
09:03 Turkmen ku 33 salan di girtîgehê de ma: Divê em li ser 'em ê çawa bi ser bikevin' bisekinin
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2025'AN
08/09/2025
21:48 Li Amedê ji bo kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane bîranîn
19:18 Bi milyonan zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê kirin
18:03 Li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya CHP'ê 10 kes hatin binçavkirin
17:17 CHP'ê biryar girt ku avahiya xwe ya bajêr a Stenbolê bigire
15:55 Şînên Demîr û Tutal ên li Nisêbînê bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:30 KNK'ê bang li KE’yê kir ku têkildarî ‘mafê hêviyê’ biryara xwe bide
14:51 Di 8 mehan de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatin qetilkirin
13:53 Şîna Sabriye Dumanê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:51 Şewata li Şemzînanê didome
13:46 Li Bajarê Nû dê ‘Rojên Çand û Hunerê’ bê lidarxistin
13:34 Rêxistinên pîşeyî daxwaza berdana rojnameger Karabay kirin
12:51 DEM Partî: Bi milyonan zarok ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in
12:42 Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
12:36 Li Qudsê li dijî otobûsê eriş: 4 kes hatin kuştin
12:28 Navenda PENa Kurd rêveberiya xwe ya nû diyar kir
11:36 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket
11:03 Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive
10:59 Li Îzmîrê li dijî qereqolê êriş hate kirin
10:56 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:24 HPG: Emîne Erciyes tevî du hevrêyên xwe şehîd bû
10:14 Ji bo danîşîna Ayşe Înceyolê bang
10:01 Banê malê tebiqî: 2 zarok mirin û dayika wan bi giranî birîndar bû
09:54 Dorpêça li pêşiya CHP’ê didome
09:50 Ji bo çalakiya Bestayê bang: Em bi hev re pêşiya qirkirina xwezayê bigirin
09:07 Girtiyê nayê tedawîkirin mehkûmî erebeya astengdaran kirin
09:06 Ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter bang hat kirin
09:05 Ji bo vegere karê xwe têdikoş e: Qeyûm ne xizmeta gel, ji alîgirên xwe re dike
09:05 Tirkiye li Sûriyeyê çi dixwaze?
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2025’AN
07/09/2025
16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin