NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Ewropayê, bi nêzbûna civîna ku dê di 15’ê Îlonê de were lidarxistin re ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re nameyek şand û got: “Em bang dikin ku têkildarî rewşa girtî ya Abdullah Ocalan gavên bibiryar bên avêtin.”
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Ewropayê ku nûnertiya 26 partiyên çep ên welatên Yekitiya Ewropayê (YE) dike Dr. Walter Baier, ji serokê komîteyê hate xwestin ku di mijara 'Mafê hêviyê' de gavên bibiryar biavêje.
Her wiha îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate kirin ku ji ber binpêkirina mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran Tirkiye şermezar kiriye. Serokê Partiya Çep a Ewropayê binpêkirina “Mafê hêviyê” bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo bicihanîna van biryaran, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û avakirina mekanîzmayên berdanê yên gengaz, rûniştina 15'ê Îlonê firsendeke krîtîk e.
BANG LI KOMÎTEYÊ KIR
Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ocalan, di heman demê de ji bo xwerêveberiya demokratîk û aştiyê ya li herêmê muzakerevanê sereke ye. Azadî û tevlibûna wî ne tenê ji bo edaletê, her wiha ji bo aştiyeke mayinde, demokrasî û aramiyê jî pêwîst û girîng e. Em bi rêzdarî ji Komîteya Wezîran dixwazin ku ji bo Tirkiye hurmetê nîşanî mafên mirovan û serweriya hiqûqê bide, bi lez bikeve nava liv û tevgerê.”